Şêniyên gundê Til Emîr di hevgirtina li dijî dagirkeran de bûye nimûne

Gundê Til Emîr ruxmî ku li nêzî eniyên şer bi dewleta Tirk û çeteyên wê re ye, di pêkanîna rêgeza biratiya gelan de, bûye nimûneyek. Şêniyên gund li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin.

Şêniyên gundê Til Emîr di hevgirtina li dijî dagirkeran de bûye nimûne
23 sibat, 2021   06:55
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, her dem cihên sivîlan ên li nêzî eniyên şer ku ji aliyê QSD`ê ve têne parastin, dike hedef.

Gundê Til Emîr li bakurê bajarê Zirganê ye. Li nêzî eniyên şer bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye. Tenê bi 2 kîlometran jê dûr e. Li gund 120 mal hene û niştecihên wê Kurd û Ereb in.

Niştecihên gund piştgiriya hev du dikin û li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hev re li ber xwe didin. Bi vê yekê şêniyên gundê Til Emîr bi pêkanîna rêgeza biratiya gelan, bûne nimûneya berxwedanê.

Nûçegihana ajansa me, serdana gund kir û nêrînên şêniyên wê der barê êrişên dewleta Tirk û helwesta wan ji êrişan, girtin.

Şêniyên piştrast kir ku ew dev ji axa xwe bernadin û dê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî li ber xwe bidin.

`KURD Û EREB BI HEV RE LI BER XWE DIDIN`

/ar/uploads/files/2021/02/22/203333_abd-alrzaq-aly-.webp

Şêniyê bi navê Ebdulrezqa Elî yê ji gundê Til Emîr got: "Gundê me li eniyên şer e. Kurd û Ereb tê de dijîn. Dewleta Tirk rojane gundê me topbaran dike. Lê dîsa jî niştecihên wê dev jê bernadin. Li hemberî wan êrişan li ber xwe didin."

Elî wiha domand: “Şêniyên gund, koçberên ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên wan koçber bûne, hembêz kirin û ji dewleta Tirk re îsbat kirin ku ew bi ax û gundê xwe ve girêdayî ne.”

/ar/uploads/files/2021/02/22/203417_abd-alazyz-mhajry-.webp

Şêniyê bi navê Ebdulezîz Mihacrî jî diyar kir ku ji salekê ve dewleta Tirk gund topbaran dike û wiha domand: “Destpêkê şênî ji ber tirsa sûcên dewleta Tirk, ji gund koçber bûn, lê piştre vegerîn. Niha jî li hemberî wan êrişan, li ber xwe didin û ji bo parastina ax û mala xwe amade ne çi bê xwestin bikin.”

Mihacrî destnîşan kir ku şêniyên gund xwe li ser bingeha rêgeza biratiya gelan bi rêxistin kirine, gundiyê Kurd li rex yê Ereb li ber xwe didin û ji bo parastina yekitiya xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tunekirina terorê, şer dikin. 

Her wiha Mihacrî wiha dewam kir: “Beriya ku dewleta Tirk êrişî herêmê bike, li gund her tişt peyda dibû. Şênî di nava ewlehiyê de bûn. Lê niha ji ber wan êrişan tirs û xof ketiye dilê wan.“

Mihacrî piştrast kir ku ji bo parastina ax û gundê bav û kalan, ew amade ne li hemberî êrişên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

'EM JÊ DERNAKEVIN`

/ar/uploads/files/2021/02/22/203523_saydh-aydw-.webp

Şêniya bi navê Seidiye Ebdo der barê mijarê de wiha hestên xwe rave kirin: “Dewleta Tirk a dagirker tirs û xof di nava şêniyan de belav kir. Ew rojane gund û dora bajarê Zirganê topbaran dike. Lê em dîsa soza xwe dubare dikin ku em ji mala xwe dernakevin û heta ku yek ji me bimîne jî dê li ber xwe bidin.”

Ruxmî ku gundê Til Emîr li nêzî eniyên şer e û rojane rastî topbaranê tê, lê zarokên gund diçin dibistanê.

/ar/uploads/files/2021/02/22/203549_shhab-ahmd-.webp

Zarokê bi navê Şihab anî ziman ku rojane ew topên dewleta Tirk a dagirker dibînin, lê ji ber ku ew perwerde û fêrkirinê hez dikin ew diçin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fO7Nv_Y7sRU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>