Dewleta Tirk a dagirker sûcên DAIŞ'ê li Til Temirê dubare dike

Fermandarên ku beşdarî pêngava sala 2015'an a rizgarkirina navçeya Til Temirê ji çeteyên DAIŞ'ê bibûn gotin: "Bi hevgirtina hêzên leşkerî me DAIŞ'ê têk bir", her wiha destnîşan kirin ku dewleta Tirk wê demê destek dida DAIŞ'ê û niha jî bi xwe mudaxele dike û sûcên DAIŞ'ê dubare dike.

Dewleta Tirk a dagirker sûcên DAIŞ'ê li Til Temirê dubare dike
23 sibat, 2021   06:02
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Navçeya Til Temirê ya  kantona Hesekê bi pirreniya pêkhateyên xwe tê naskirin. Li navçeyê Kurd, Ereb, Asûr û Suryan bi hev re dijîn û mûzaîkeke hevgirtin mîna "Sûriyeke biçûk" ava kirine.

Navçe bi girîngiya xwe ya stratejîk tê naskirin, ji ber ku gelek bajar û bajarokan bi hev girêdide, li aliyekî din jî bi rêya M4`ê jî dibe pira derbasbûna nava Sûriyê û çemê Xabûrê jî ji ber li aliyê rojavayê wê ye girîngiyeke daye navçeyê.

Bi destpêka Şoreşa Sûriyê re Til Temirê ji bo gelek hêzên dijber bû hedef, ji ber ku dixwestin serweriya xwe li wir çêkin, lê piştî gelek komên cuda di kontrolirina navçeyê de bi bin ketin, xetertirîn rêxistin derket ku ew jî rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst e.

Di 23`yê Sibata 2015`an re û di saetên beriya berbangê re, yekemîn gule hate reşandin û bi awayî DAIŞ`ê hemleya xwe ya sûcdarane ragihand, li gundên Til Temirê nexasim gundên Xabûrê dest bi sûcan kir û di saetên destpêkê ji hemleya xwe zêdetirî 250 sivîlên suryanî revandin.

/ar/uploads/files/2021/02/22/204520_aaram-hna-28large29.webp

YPG, YPJ bi piştgiriya Meclisa Lerşkerî ya Suryan û Zêrevanên Xabûrê li hemberî êrişan li ber xwe dan û êrişan ku bajar û niştecihên wê hedef girtin, şikandin.

Di salvegera êrişan de ajansa me hevdîtin bi gelek fermandar û şervanên ku bûne şahidên êrişan û pêngavên rizgarkirinê re pêk anîn.

Berdevê Fermî yê Meclisa Leşkerî yê Suryaniyan Aram Hena diyar kir ku  hebûna pêkhateya Asûr, Suryan, Keldan û pêkhateyên herêmê di erdnîgariyeke biçûk e ber bi aqilê rêxistina terorîst ve neçû, ji lew ra 23`yê Sibata 2015`an êrişî pêkhateyên  Til Temirê kir.

Aram Hena diyar kir ku di encama êrişên DAIŞ`ê de ji pêkhateya wan zêdetirî 200 sivîl hatin revandin, gelek der û binesaziyên gundan hatin wêrankirin û bi awayekî plankirî şêniyên gund û herêmê koçber dikirin.

ꞌYEKITIYA LEŞKERÎ LI DIJÎ DAIŞ`Ê SEKINÎꞌ

Aram Hena behsa destpêka êrişan kir û wiha pê de çû:"Rêxistina terorîst ji aliyê başûr ve ku aliyê Çiyayê Kezwana ye bi çekên giran, bi hezaran leşker û xwekujan êrişî herêmê kir. Bi destpêka êrişên li ser herêmê re hêzên me yên Meclisa Leşkerî ya Suryaniyan li kêleka YPG û YPJ`ê sekinîn û ji bo parastina herêmê û şêniyên wê li gund û herêmê belav bûn. Di dema van êrişan de asta me ya leşkerî têrê nedikir, derfetên me kêm bûn, lê belê dema me alîkariya hev kir û gelê me jî piştgiriya me kir me karî li dijî rêxistina terorîst bisekinin."

ꞌDEWLETA TIRK PIŞTGIRIYA DAIŞ`Ê KIRꞌ

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî da zanî ku dewleta Tirk a dagirker di pêvajoya wan salan de raste rast destek dida terorê, alîkariyên lojistîkî û tibî pêşkêşî wê dikir, ev mijar ji raya giştî ya cîhanê re ne veşartî ye û wiha domand: " Dema ku DAIŞ`ê êrişî gundên Til Temirê kir, dewleta ava Xabûr berda da ku rêyên di navbera hêzên me de qut bike û wan ji hev qut bike."

METIRSIYA JI SÛCÊN DEWLETA TIRK

Piştî 6 salan careke din metirsiya dubarekirina sûc û komkujiyên li dijî herêmê xwe dide der, sedema vê yekê jî ew e ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûrî" ku dawiya sala 2019`an herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin, gihaştin derdora navçeya Til Temirê, gefên sûcên rojane yên li dijî şêniyên herêmê berdewam in.

Piştî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûrî" bajarê Serêkaniyê û Girê Spî dawiya 2019`an dagirkirin û gihaştin derdora navçeya Til Temirê, her tim gefan dixwin û rojane sûcan li dijî şêniyên herêmê pêk tîne, metirsiya dubarekirina sûcan û kokujiyên li dijî herêmê xwe dide der.

Têkildarî mijarê Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî got navçeya Til Temirê hîn jî zehmetiya xeterî û gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê dikişîne, ji ber ku metirsiyekê li ser ewlehiyê ji gelê herêmê re çêdike.

NAMEYÊN ZELAL IN Û BANGA LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ

Hena di berdewamiya axaftina xwe de îşaret pê kir ku nameya wan nameya aştî û serkeftinê ye û got:"Xabûr dê erda serkeftinê be û dê navenda rizgarkirina herêmên be, ev jî wê bi saya berxwedana hêzên me û li ser bingeha berxwedana Til Temirê ya 2015`an be."

Aram Hena bang li civaka navneteweyî kir ku di vê çarçoveyê de bi berpisyariya xwe rabe, garantiya agirbestê û aştiya gelê herêmê bide.

Endamê  Fermandariya Giştî ya Zêrevanê Xabûrê Nebîl Werdê axivî û got:"Hejmara asûiyên li gundên Xabûr zêdetirî 12 hezar kes bû û li ser 32 herêmên li beravên Xabûrê belav bûn."

ꞌDIYARIYA DAIŞ`Ê JI GELÊ ASÛR E, KOMKUJIYÊN NÛ Û DÊRÊN HILWEŞIYAYÎ YEꞌ

/ar/uploads/files/2021/02/22/204609_nbyl-wrdh-28large29.webp

Nebîl Werdê di berdewamiya axaftina xwe de ev yek lê zêde kir:"Roja ku DAIŞ`ê êrişî herêmê kir, ji bo me rojeke reş bû û komkujiya Sêmîlî û komkujiya Sêfo anî bîra me. Çeteyên DAIŞ`ê gundên asûriyan ên li herêmê wêran kirin, gelek dêr teqandin û hilweşandin û bi boneya cejnên Asûriyan wekî diyariyekî ji wan re pêşkêş kir."

ꞌDAIŞ`Ê BI RÛYEKÎ XWE YÊ RASTÎ LI HERÊMÊ VEDIGEREꞌ

Nebîl Werdê bal kişand ser ku xeteriya DAIŞ`ê ya sala 2015`an careke din vegeriyaye, lê vê carê bi rûyê xwe yê rastî û ev xal destnîşan kirin:"Ev DAIŞ`î artêşa Tirk a dagirker çeteyên wê yên ku gelê me yên mayî ji wan; Asûr, Suryan koçber bike û komkujiya Sêmîlî û komkujiya Sîfo berdewam bikin."

Werdê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku DAIŞ û dewleta Tirk du rûyên yek diraviyê ne û got: "Dewleta Tirk di vê dawiyê de êrişî herêmên me kir û gef li ewlehî û aramaniya herêmên me dixwe."

ꞌBERXWEDAN RÊYA ME BÛꞌ

/ar/uploads/files/2021/02/22/204633_zylan-jan-fda-28large29.webp

Şervana YPJ`ê Zîlan Canfeda jî îşaret bi êrişên li dijî herêma Til Temirê ya sala 2015`an kir û got, êrişeke xurt bû, DAIŞ dixwest gelê herêma qir bike û dagir bike.

Zîlan da zanîn ku êrişên DAIŞ`ê ne pêkhateyeke diyarker dikir armanc, lê belê ji bo wan qir bike hemû pêkhateyên herêmê dikir armanc.

Şervana YPJ`ê diyar kir ku dewsa êrişên DAIŞ`ê hîn jî li gundewarên Til Temirê diyar dibe, çeteyan hemû gundên ku derbasî wan bûbûn, wêran û talan kiribûn.

Zîlan Canfeda destnîşan kir ku saya berxwedana şervanan û keda şehîdan heêrmê ji terorê rizgar kirin.

Şervana YPJ`ê Zîlan Canfeda wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevî ku êrişa rêxistina terorîst li dijî herêmê pêk anî, xurt bû, lê belê em bi ser ketin û me karî herêmên xwe rizgar bikin û çeteyan têk bibin."

(eh)

ANHA