Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînên Astanayê çawa dinirxînin?

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kirin ku civînên Astanayê ji bo rûniştandina alozî û rewşa neçareseriyê ye û gotin, aliyên Astanayê  li berjewendiya gelê Sûriyê nagerin û ji pêvajoya çareserkirina aloziya Sûriyê dûr dikevin.

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînên Astanayê çawa dinirxînin?
23 sibat, 2021   03:28
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED MIHEMED

Ji dema ku civîna yekemîn li paytexta Kazaxixstanê di 23-24 'ê Çileya 2017'an de dest pê kiriye, Astana tu xêr ji gelê Sûriyê re neanî, berovajî vê tundî û alozî her çû gurtir bû û veguhastina herêman di navbera çeteyan û hêzên hikumeta Şamê de û guhertina demografîk li ser bingehên mezhebî û niştimanî berdewam kir.

Di 17 'ê Sibatê de li bajarê Soçî yê Rûsyayê gera 15'emîn a danûstandinên "Astana" di navbera dewletên "Garantor" de Rûsya, îran û Tirkiyê de û bi tevlêbûna hinek dewletên Ereb wekî çavdêr mîna Lubnan, Urdun û Iraq li dar ket.

Ev civîna dawî tiştekî nû ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi xwe re neanî, lê belê rêgeza heyî ya pêkanîna berjewendiyên dewletên garantor, dubare kir û tawanên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dixwaze ji Sûriyê parçe bibe dubare kirin.

'ARMANC REJÎM XURT BIKIN'

Der barê civîna dawî de siyasetmedarê muxalif ê sûrî û endamê Meclisa Giştî ya Desteya Niştimanî ya Erebî Hîkmet El-Hebîb got: "Astana ji bo têkbirina pêvajoya siyasî ya rastîn hat. Aliyên wê anku Rûsya, Tirkiyê û Îranê ji vê civînê dixwazin pergala li Sûriyê li gorî ajandeyên xwe dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê ji nû ve ava bikin."

El-Hebîb wiha domand: “Berjewendiyên  dewleta Tirk yên dagirkeriyê hene, berjewendiyên Îranê di Sûriyê de hene û Rûsya dixwaze rêjîmê ji nû ve ava bike, ev hemû berjewendiyên di navbera her sê welatan de bûn sedema lidarxistina gerên Astanayê û ew jî pêvajoya siyasî ya rasteqîn li Sûriyê bi bin xist."

'ASTANA KOMPLOYEK LI DIJÎ SÛRIYÊ YE'

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Recep El-Muşeref wiha got: "Astana komployeke li dijî gelê Sûriyê û erdnîgariya Sûriyê ye. Wêranî zêde bû, civaka Sûriyê ber belav bû û asta koçberkirina gelê Sûriyê zêde kir. Ew ne şêweyeke ji şêwayên diyalogê ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye."

Di berdewama axaftina xwe de El-Muşeref got: "Hiştina çareseriyê di destê garantorên Astanayê de alîgiriya celadan e û ev alîgirî bû sedem ku Girê Spî, Serêkaniyê, Efrîn, Cereblus û herêmên din ên Sûriyê werin dagirkirin. Her wiha bû sedem ku herêmê were tirkirin û xîlafeta osmanî ji nû ve geş bibe. Ev tişt ne daxwaza gelê Sûriyê ye. Helbest gel van projeyên ku dagirkirina xaka wî û tirkkirina wê armanc dike, qebûl nake."

Ji aliyê xwe ve çalakvanê Saziya Olaf Tao ya Suryan Êlî Fîlo wiha got: "Civîn, hevdîtin, konferans dê binkeftî bimînin, ji ber ku armancên wan ên bingehîn berjewendiyên taybet ên sponserên wê û kontrolkirina çaranûsa gelê Sûriyêye. Eger ew ji wan berjewendiyan dûr bikevin û xwe bispêrin rewşa rastîn ku welat tê re diber dibe, dibe ku wê demê bigihêjin çareseriyekê.”

 ‘HEDEFGIRTINA EŞKERE JI RÊVEBERIYA XWESER RE‘

Li gorî daxuyaniya dawîn a sê aliyên garantorên Astanayê ku piştî wê nûnerê taybet ê Rûsyayê ji Sûriyê re Alexander Lavrentiev hate diyarkirin ku garantor behsa rastiya aloziya Sûriyê nekirine û çavên xwe ji dagirkirina xaka Sûriyê re û di serî de dagirkirina dewleta Tirk j erdnîgariya Sûriyê re girtine.

Di daxuyaniyê de, li şûna ku girîngiyê bidin berjewendiyên gelê Sûriyê, girîngî dane berjewendiyên sê aliyên Astanayê, parastina herêmên ku di civînên berê de di nava xwe de belav kirine. Her wiha, dijberiya projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê.

El-Hebîb wiha domand: "Tişta ku daxuyaniya wan a dawîn de hat, binpêkirine rasteqîne li dijî gelên Sûriyê re ye. Bi taybet dema ku behsa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, tevî ku dizanin ku li herêmê aramî, ewlehî û projeya demokratîk hene, lê niyeta wan diyar e û dixwazin beriya ku siyaseta Biden a derbarê Sûriyê de zelal bibe vê projeyê bidin hedef."

 ‘DEWLETA TIRK TEŞWÎQÎ DAGIRKIRINÊ DIKIN'

El-Hebîb destnîşan kir ku garantorên Astanayê bi rêya daxuyaniya xwe ya dawî û tawanan dixwazin gelê Sûriyê li dijî projeya demokratîk derxînin, hincetan ji Tirkiyê derxînin da ku di demê bê bi erêkirina Rûsya û bi hinceta parastina yekitiya xaka sûriyê destwerdanê li Sûriyê bike.

El-Hebîb diyar kir ku sê aliyên Astanayê hewl didin bi rêya wê tevlîheviyê çareseriya demokratîk, bingeha çareseriya siyasî ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir , hilweşîne û ji bo ku gelê Sûriyê dizanîn ku ji bilî projeya Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk tu proje nikare aloziya Sûriyê çareser bibe, şerê vê projeyê dikin.

El-Hebîb got Astana, Soçî û Cinêv dê çareseriyeke siyasî ya rasteqîn bi xwe re neyne û got: "Ji ber ku hêzên rastî û pratîkî li ser erdî nayên beşdarkirin. Her wiha dewletên beşdar di çareserkirina aloziya Sûriyê de ne cidî ne, lê belê li berjewendiyên xwe digerin û berjewendiyên gelê Sûriyê paşguh dikin."

Her wiha Receb El-Mişrif jî got baweriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çareserkirina aloziya Sûriyê li ser esasê ne navendî, pirrengî, pirrengiya çandî heye û bidestxistina maf û azadiya hemû pêkhateyan girîngtirîn xebatê wane û wiha domand: "Em hewl didin Sûriyê bibe Sûriyeke yek xak û yek gel û ne weke kongreyên Soçî û Astanayê."

Recep El-Mişrif destnîşan kir ku hevdîtinên Soçî û Astanayê ne çareserî ne, berovajî vê yekê aloziyê zêdetir dike û temenê wê dirêjtir dike û da ku neghêjin çareseriya aloziyê bi awayekî mirovî û li ser esasê pirengî û ne navendiyê.

 TAWANÊN DEREW

Êlî Fîlo jî di vê der barê de wiha axivî: "Herêmên Rêveberiya Xweser ne li ser hesabê aliyekî li ser hesabê aliyê din tê birêvebirin. Ji aliyê pêkhateyên cûda yên herêmê birêve diçe. Tawanên ku di daxuyaniya Astanayê de derketine derew in û dûrî rastiyê ne."

Di dawiyê de Êlî Fîlo diyar kir ku çareserî ew e ku her aliyekî aliyê din qebûl bike, aloziya Sûriyê bi awayekî baş û rast were naskirin, sedemên wê bi awayekî cidî, bi pêkanîna biryara 2254 a NY`yê bi û kombûna hemû pêkhateyan di komîteya destûrî de ye.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sMGplHg38TM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>