Di civînekê de rewşa mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin

Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca nirxandina rewşa mirovî li herêmê û ya kampan civînek li dar xist.

Di civînekê de rewşa mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin
Di civînekê de rewşa mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin
Di civînekê de rewşa mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin
Di civînekê de rewşa mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin
Di civînekê de rewşa mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin
Di civînekê de rewşa mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin
Di civînekê de rewşa mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin
Di civînekê de rewşa mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin
22 sibat, 2021   19:23
QAMIŞLO

Civîn li avahiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê ya navçeya Amûdê bi beşdarbûna tevahî rêxistinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, nûnerên ajans û bernameyên xebatên ên li herêmê û nûnerên Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Hemo bi xêrhatina beşdaran kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kur geşedanên siyasî nirxandin û got: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek pirsgirêk û astengî hene ku hemû rêxistinên li herêmên kar dikin, eleqedar dike. Ji pirsgirkên sereke ewlehî û aramî ye."

Çiya Kurd bal kişand ser êrişên domdar ên li ser herêmên Rêveberiya Xweser, bi taybet êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa û Til Temirê, her wiha planên hikumeta Şamê û alîgirê wê Rûsya bi dewleta Tirk re, gef û xeteriyên şaneyên DAIŞ'ê, diyar kir ku ev hemû bandoreke neyinî li xebetên rêxistinên mirovî yên kar û barên sivîl û kampan dike.

Bedran Çiya Kurd îşaret bi tevliheviya ku hikumeta Şamê di vê dawiyê de li bajarên Qamişlo û Hesekê derxistine, ambargoya  ku li ser Şehba û Şêxmeqûsdê ferz kirine, kir û diyar kir ku hikumeta Şamê bi siyasetên xwe yên bikaranîna alîkariyên mirovî dixwaze aloziya aboriya xwe binixumîne û nahêle alîkarî û derman derbasî herêmê bibin.

Çiya Kurd di berdewama nirxandinên xwe de destnîşan kir ku girtiya deriyê sînor ê Til Koçerê siyaseteke li dijî herêmên Rêveberiya Xweser e û mijara kampan astengiya herî mezin a Rêveberiya Xweser e û wiha pê de çû: "Me ev mijar di civînên qadên navneteweyî de nîqaş kir, da ku desteka mirovî û alîkar derbasî tevahî herêmên Sûriyê, bi taybet ên ji derveyî serweriya hikumeta Şamê bibin."

Bedran Çiya Kurd, da zanîn ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk li hemberî planên ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê xirab bikin, disekinin.

Rêveberê Nivîsgeha Kar û Barên Kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed behsa rewşa kampan û astengiyên ku dikişînin û pêwîstiyan wan kir.

Di civînê de rêbazên derbaskrina van astengiyan, erkên pêşîn ên di vî warî de ku ji Rêveberiya Xweser tên xwestin hatin nîqaşkirin.

Her wiha bal hate kişandin ser astengiyên ku kampên Serêkaniyê, Waşûkanî û kampên li Şehbayê pê re rû bi rû mane, hatin nîqaşkirin

Beşdaran îşaret bi astengî û pirsgirêkên ku li pêşiya xebatên mirovî derdikevin, çawaniya girtina tedbîrên pêwîst ji bo derbaskirina van pirsgirêkan û hêsankirina xebatên rêxistinan kirin.

ANHA