ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-02-2021
23 sibat, 2021   00:00

-Şêniyên Dêrikê li navenda ciwanan a Şehîd Bawer, sersaxiyê ji malbata şehîd Gabar Mihemed re dixwazin, saet 10:00'an.

-Meclisa Leşkerî ya Suryanî, şehîdên berxwedana Xabûrê li goristana Şehîdên Suryan Asûr a li Hesekê bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temirê merasîmê bîranîna şehîdan tê lidarxistin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermandarên ku beşdarî pêngava sala 2015'an a rizgarkirina navçeya Til Temirê ji çeteyên DAIŞ'ê bibûn gotin: "Bi hevgirtina hêzên leşkerî me DAIŞ'ê têk bir", her wiha destnîşan kirin ku dewleta Tirk wê dema DAIŞ dilivand û niha bi xwe mudaxele dike û kiryarên DAIŞ'ê dûbare dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê diyar kir ku dewleta Tirk çeteyên DAIŞ'ê di êrişên wê yên sala 2015'an ên li dijî navçeyê tevger dikir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Profesor Fernaz Etiye Ehmed got, Însiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, heta niha derdora 8 hezar îmze ber hev kirine. Her wiha piştrast kir ku kampanya wan berdewam e û roj bi roj firehtir dibe. (BI WÊNE).

- Kovan Kenio diyar kir ku Erdogan bi rêya tolhildana ji Partiya Demokrat a Gelan dixwaze binketina xwe ya li Garê binixumîne û got:"Piştî li Garê bi bin ket, li Bakurê Kurdistanê dest bi girtina nûnerên partiyên kurdî û Partiya Demokrat a Gelan(HDP) kir." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a herêma Efrînê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyekê li navçeya Ehdasê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed diyar kir ku piştî serokê berê ya Daîreya Îstixbaratê ya artêşa Tirk komkujiya Parîsê îtîraf kir, tu sedemek nemaye ku dewleta Tirk ji ber sûcê komkujiya Parîsê neyê darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kirin ku civînên Astanayê ji bo rûniştandina alozî û rewşa neçareseriyê ye û gotin, aliyên Astanayê  li berjewendiya gelê Sûriyê nagerin û ji pêvajoya çareserkirina aloziya Sûriyê dûr dikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sekretêrê Giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê û endamê Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) Salih Gedo diyar kir ku astengiyên ku ENKS`ê derdixe, behane ne û birêvebirina diyalogan asteng dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-Piştî 3 sal û 15 geran berê Astanayê li cem piraniya Sûriyên ku bala wan li ser dawîbûneke rast a ji trajîdiya xwe ne re bû cihê tinaziyê, dewletên garantor ên diyalogên Astanyayê, Rûsya, Tirkiye û Îranê bi beşdariya DYA`yê û NY`yê berê dan û standinên di navbera hikumeta Sûriyê û Opozîsyonê de li ser rêgeha Cinêvê guhart ku li ser bingeha daxuyaniya Cinêvê û daxuyaniya Viyenayê û biryara 2254 hatiye û wê bir cihekî dûr ku hêmanên ku çareseriyeke guncaw derxîne holê, lê peyda nabe. (BI WÊNE).

DOSYA

- Di navbera siyasetên leşkerî û aborî yên Rûsya ji bo ferzkirina hebûna xwe li Rojhilata Navîn ku Sûriye wekî dergeh bi kar tîne û siyasetên Îranê de ku hewl dide xwe li Sûriyê bi cih bike, nexşerêya Sûriyê û hevgirtina civakî ya Sûriyê parçe dibe û welat çavkaniyên aboriya xwe ji dest dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Gundê Til Emîr ruxmî ku li nêzî eniyên şer bi dewleta Tirk û çeteyên wê re ye, di pêkanîna rêgeza biratiya gelan de, bûye nimûneyek. Şêniyên gund li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarokê El-Sûsa yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê hewl didin rêjeya şînatiyê li herêmê zêde bikin û vê yekê bi rêya vekirina şitilgehan û peydakirina hemû cûreyên dar û gulan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA