Du muşek li Herêma Kesk a Bexdayê ketin

Di saetên şevê de du muşek ji cihek nediyar ve li Herêma Kesk a Bexdayê ketin.

Du muşek li Herêma Kesk a Bexdayê ketin
22 sibat, 2021   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê di daxuyaniyek de ragihand, di saetên şevê de du muşek li Herêma Kesk a Bexdayê ketin.

Li gorî daxuyaniyê nayê zanîn ew muşek ji kuve hatine avêtin û ti ziyanek canî bi xwere neanîn.

Heta niha ti hêzek berpirsyartiya vê êrişê li ser xwe negirtiye.