Saziya Çavdêriya Giştî civîna xwe ya yekemîn Ii dar xist

Saziya Çavdêriya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya yekemîn li dar xist, di civînê de endamên saziyên sond xwarin.

Saziya Çavdêriya Giştî civîna xwe ya yekemîn Ii dar xist
Saziya Çavdêriya Giştî civîna xwe ya yekemîn Ii dar xist
Saziya Çavdêriya Giştî civîna xwe ya yekemîn Ii dar xist
22 sibat, 2021   16:22
REQA

Saziya Çavdêriya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya yekemîn a sondxwarinê endaman xwar.

Civîn li avahiya Rêveberiya Xweser a li bajarê Reqayê bi beşdarbûna endamên komîteyên çavdêriyên yên her heft rêveberiyên xweser û meclisên sivîl û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, Ebid Hamid El-Mihbaş axivî, girîngiya xebatê saziyê û komîteyên girêdayî wê di rêxistinkirina karê tevahî sazî û komîteyên din de destnîşan kir. Her wiha da zanîn ku ku ji bo serxistina projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk divê xebateke cidî were kirin.

El-Mihbaş got: "Saziya Çavdêriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîng e û pêwîste bi awayekî baş di tevahî saziyan de were aktîvkirin da ku tu kes nikarbe destdirêjî rêveberî û rêveçûna xebata me bike."

El-Mihbaş axaftina xwe wiha domand: "120 hezar karmend di saziyên me de hene û di tevahî qadan de kar dikin, divê Saziya Çavdêriya kar û xebatên karmend û saziyên wê bişopîne."

Piştî axaftina El-Mihbaş, endamên Saziya Çavdêriya Giştî û endamên komîteyên girêdayî wê sond xwarin.

Endamê Serokatiya Saziya Çavdêriya Giştî Mahsûm Elî axivî û rola çavdêriya xebatên saziyan û parastina projeyên wê, her wiha rola wê di pêşxistina xebatê rêveberiyê di saziyên sivîl de, rêxistinkirina xebatên wê li gorî qanûnên Saziya Çavdêriyê û rêziknameya wî destnîşan kir.

Her wiha raporên komîteyên çavdêriyê hatin xwendin.

Saziya Çavdêriyê di navîna 2020'an de bi armanca şopandina karên saziyên Rêveberiya Xweser hate avakirin.

ANHA