Eşîrên Reqayê: Hêza rewa û tekane ku gelên herêmê diparêze

Bi durişma "Rola eşîran di çareserkirina aloziyan û sepandina nirxên exlaqî û demokratîk de", Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê panelek li dar xist.

Eşîrên Reqayê: Hêza rewa û tekane ku gelên herêmê diparêze
22 sibat, 2021   15:53
REQA

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê, endamê Desteya Serokatiya MSD'ê Hesen Mihemed Elî û endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê beşdarî panelê bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Hesen Mihemed Elî bi xêrhatina beşdaran kir û rola eşîran di parastina ewlehî, aramî û pêşxistina herêmê de destnîşan kir. Her wiha banga hişyariyê ji planên ku li ser herêmê têne kirine, kir.

Mihemed Elî diyar kir ku hin alî hewl didin fitneyê di navbera êşîran de derxînin da ku ewlehiya herêmê xirab bikin.

Beşdaran li ser pirsgirêkên civakî nêrînên xwe parve kirin, ji wan bêkarî û rêbazên bidawîkirina vê diyardeyê, sûcên kuştin, dizî û rola hêzên ewlekariyê .

Şêxên eşîran diyar kirin ku di demekê de ku hin alî wekî temaşekar disekinin û gelên herêmê wekî pariyekî ji terorê re hiştin QSD'ê nûnertiya rewa û tekane ya gelên herêmê ye, bi hezaran şehîd dan ta herêm ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Şêxên eşîran her wiha destnîşan kir ku pêwîste piştevahiya qada çandiniyê were kirin, ji ber ku jêdera sereke ya aboriya herêmê ye û daxwaz kirin ku kalîteya nan were başkirin û pêwîstiya tevahî şêniyan a bi nan bi cih werin.

Hesen Mihemed Elî da zanîn ku Rêveberiy Xweser plana salekî daniye, dê gelek pirsigêrkên ku li Reqayê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareser bike.

Di dawiyê de, şêxên eşîran encamnameya panelê dan. Encamname ji aliyê şêx Elî El-Tayî ve hate xwendin. Destpêkê bal kişand ser biryara Konseya Ewlekariyê ya 2254'an a derbarê Sûriyê de û destnîşan kir ku ev biryar a herî guncaw û baş ji bo çareserkirina aloziya siyasî ya li welat e. Her wiha got: "Em teqezî bi yekitiya xaka Sûriyê û gelê wê ne, tevahî cûreyên dagirkeriyê red dikin.

Di encamnameyê de hate gotin: "Eşîrên Ereb teqez dikin ku ew jihevxistina tevna civaka Sûriyê û guhertina demografîk red dikin û teqezî bi vegera koçber û penaberên li welatê xwe dikin.

Girêdayî aloziya civakî mîna kuştin, destdirêjî, dizî û bêkarî, em eşîr teqez dikin ku van diyardeyan red dikin û li ser van nêrînan li hev dikin:

- Li dijî hemû cûre terorî û tundrawiyê têkoşîn bê kirin, li şûna çanda nejadperestî û tundiyê çanda lêborîn, diyalog û hevkarî were belavkirin.

-Ji bo vegera koçber û penaberwan li warê xwe xebat dê were kirin.

-Herêmên hatine rûxandin ji nû ve werin avakirin û wergirtina rûxsetên avakirinê were hêsankirin, her wiha nabe milkên giştî werin desteserkirin.

-Peydakirina derfetên kar.

-Desteka projeyên çandî û fikirî ku di hişyarkirin û zanakirina civakê de roleke mezin dilîzin û were kirin, jin di kongre û panelê de werin beşdarkirin.

-Ji bo bidawîkirina tundiya li ser zarokan û qetilkirina wan xebat were kirin.

-Ji bo belavkirina çanda parastina saziyên giştî û yê milkên taybet kar were krin."

Di berdewama encamnameyê de hate gotin: "Derbarê pirsgirêkên aborî yên li herêmê me, em teqez dikin ku em eşîr destekê didin xebatên îstîsmarkirinê da ku aboriya xwe xurt bikin ku bikeve berjewendiyên hemû sûriyan. Her wiha em teqez dikin ku ne bi pêkanîna rêgeza civaka komînal dê çareserkirina aloziya aborî ne pêkane be.

Der barê berdewamkirina sûcên dewleta Tirk li dijî gelê herêmê pêk tîne nexasim berdewamkirina qutkirina ava Firatê li ser Sûriyê, em helwestên dijminane yên dewleta Tirk û bikaranîna avê wekî çekekê li hemberî herêmên xwe şermezar dikin û ev yek hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Em eşîrên herêmê teqez dikin ku em piştgiriyê hêzên ewlekariyê dikin da ku ewlehiya herêmê biparêzin ku yekitiya gel û xaka Sûriyê misoger dibe."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku QSD'ê hêza ku herêmê ji terorê rizgar kirin û hêza tekane ya ku nûnertiya gelên herêmê dik.

(eh)

ANHA