Di topbarana li ser gundewarê Girê Spî de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû

Di topbarana dagirkeriya Tirk li ser gundewarê Girê Spî de îro leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû. Topbarana li ser herêmê dewam dike.

Di topbarana li ser gundewarê Girê Spî de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû
22 sibat, 2021   13:43
GIRÊ SPÎ

Nûçegihanê me ragihand ku di topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundewarê Girê Spî de îro leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bûye.

Nûçegihanê me diyar kir ku leşkerê birîndar bûye bi navê Salih Cemal e û ew ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya navçeya Çelebiyê.

(cx)

ANHA