Piştî girtinê, ciwanekî ji rojhilatê Dêrazorê di girtîgeheke hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da

Ciwanekî ji bajarokê El-Şehîl ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê di girtîgehên hikumeta Şamê de jiyana xwe ji dest da. Hêzên hikumeta Şamê beriya salekê ji ber sedemên nediyar ew ciwan girtibûn.

Piştî girtinê, ciwanekî ji rojhilatê Dêrazorê di girtîgeheke hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da
22 sibat, 2021   13:51
DÊRAZOR

Ciwanê bi navê Elî Faris El-Ehmed (32) ji derdora salekê ve ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve ji ber sedemên nediyar hatibû girtin û ber bi cihekî nediyar ve biribûn. Ji wê demê ve agahî jê qut in, lê beriya du rojan, agahiya malbatê jê çêbû ku ew di girtîgehekê de jiyana xwe ji dest daye.

Hikumeta Şamê ji destpêka aloziyê ve, bi deh hezaran ciwanên Sûriyê yên li herêmên li derveyî kontrola wê, digire.

Li gorî agahiyan, malbatê gelek hewldan kiriye ku cihê kurê xwe yan jî sedema girtinê nas bike.

Hikumeta Şamê di girtîgehan de siyaseta windakirinê dimeşîne û girtiyan îşkence dike.

(şx)

ANHA