Li Dêrikê şehîdên Çile û Sibatê bi merasîmeke bi heybet hatin bibîranîn

Şêniyên bajarê Dêrikê bi merasîmeke bi heybet 61 şehîdên ku di dem û cihên cuda di mehên Çile û Sibatê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li Dêrikê şehîdên Çile û Sibatê bi merasîmeke bi heybet hatin bibîranîn
Li Dêrikê şehîdên Çile û Sibatê bi merasîmeke bi heybet hatin bibîranîn
Li Dêrikê şehîdên Çile û Sibatê bi merasîmeke bi heybet hatin bibîranîn
Li Dêrikê şehîdên Çile û Sibatê bi merasîmeke bi heybet hatin bibîranîn
Li Dêrikê şehîdên Çile û Sibatê bi merasîmeke bi heybet hatin bibîranîn
Li Dêrikê şehîdên Çile û Sibatê bi merasîmeke bi heybet hatin bibîranîn
Li Dêrikê şehîdên Çile û Sibatê bi merasîmeke bi heybet hatin bibîranîn
22 sibat, 2021   13:32
QAMIŞLO

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo ve li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê hate lidarxistin. Merasîm ji bo bîranîna 61 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG, YPJ`ê, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Sootoro, hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê Mehmûd Ehmed nasnameyên şehîdan xwend. Piştre sinevîzyonek li ser berxwedana şehîdan di oxira parastina xak û rûmeta xwe de hate pêşandan.

Piştre Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û fedekariyên gerîlayên HPG`ê li Garê pîroz kir, ku wan destanên lehengiyê li dijî artêşa Tirk a dagirker nivîsandin.

Hiso got: "Serkeftina Garê tevlîhevî di navbera gelê Tirk û fermandarên dewletê de çêkir, ji ber ku wan leşkerên xwe kuştin. Hemleya wan a faşîst li hembreî hêz û îradeya gerîlayên HPG`ê yên li Garê bi bin ket."

Merasîma bîranînê bi tilîliyên dayikan û dirûşmên silavkirina berxwedana HPG û QSD`ê bi dawî bû.

(cx)

ANHA