Artêşa dagirker gundê Bîr Zinar ê Girê Spî jî topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bîr Zinar ê Girê Spî topbaran dikin û yekser sivîlên gund tên hedefgirtin.

Artêşa dagirker gundê Bîr Zinar ê Girê Spî jî topbaran dike
22 sibat, 2021   13:30
GIRÊ SPÎ

 Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Bîr Zinar ê başûr rojavayê girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî topbaran dikin û sivîlan hedef digirin.

Nûçegihanê me diyar kir ku dagirker yekser sivîlên gund dikin hedef.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta dagirke û çeteyên wê ji vê sibehê ve gundên Hoşan, Xalidiyê, Cehbel, Mielek, Mişêrfê yên Eyn Îsayê û gundên Qizelî, Kopirlik, Xirbet El-Beqer yên Girê Spî û rêya M4 topbaran dike.

Heta niha der barê encamên topbaranê de tu agahî negihaştine ber dest.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZKr2nCzfItY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>