Li Baxozê zarokekî bi bermahiyên DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest da

Li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê bombeyek ji bermahiyên DAIŞ'ê bi zarokekî ve teqiya û zarok yekser jiyana xwe ji dest da.

Li Baxozê zarokekî bi bermahiyên DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest da
22 sibat, 2021   11:15
DÊRAZOR

Li gorî agahiyan, dema ku zarokê bi navê Emar Hisên Ewad El-Hecar (13) di nav enqazên maleke li Baxozê de digeriya, bombeyek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê pê ve teqiyaye. Di encamê de Emar yekser jiyana xwe ji dest da.

Ev ne cara yekê ye ku bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê bi şêniyên bajarokê Baxozê ve diteqin. Beriya vê jî gelek bûyerên bi vê rengî çêbûn û piraniya qurbaniyan zarok bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bajarokê Baxozê cihê herî dawî ya bicihbûna çeteyên DAIŞ'ê bû û di 23`ê Adara 2019`an de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bajarok rizgar kirin û çeteyên DAIŞ`ê di aliyê cografî de tune kirin.

 (dm)

ANHA