Hêzên hikumetê careke din herêma “bêçek” tobparan kir

Hêzên hikumeta Şamê careke din gundewarê Idlib û Hemayê bi moşekan topbaran kir. Hemwextî wê tevgera balafirên keşfê li asîmanê herêmê hebû.

Hêzên hikumetê careke din herêma “bêçek” tobparan kir
22 sibat, 2021   11:39
NAVENDA NÛÇEYN

 Şeva din û vê sibehê hêzên hikumeta Şamê herêmên li El-Fetîra, Sifohin, Kensefra, Filêfil yên gundewarê başûrê Idlibê û herêmên din li Enkawî û derdora Qilêdîn li Sehil Xab a bakur rojavayê Hemayê, bi moşekan topbaran kir.

Hemwextî topbaranê, balafirên keşfê li asîmanê herêma “bêçek” digeriyan.

Hêzên hikumetê duh jî herêmên li Kensefra, Sifohin, Filêfil, El-Fetîra, derdora El-Bare, Bênên û El-Riweyha yên li gundewarê başûrê Idlibê topbaran kiribû, lê agahiyên têkildarî wendahiyên canî nehatibûn bidestxistin.

Li asîmanê gundewarê başûrê Idlibê jî tevgereke zêde ya balarfirên keşfê yên Rûsyayê hebû. Balafirên girêdayî koalîsyonê jî li asîmanê gundewarê bakurê Idlibê digeriyan.

(cx)