Li Til Temirê mayinek bi erebeyeke artêşa Tirk ve teqiya

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, li gundê Erîşe yê navçeya Til Temirê, mayinek bi erbeyeke artêşa Tirk a dagirker ve teqiya.

Li Til Temirê mayinek bi erebeyeke artêşa Tirk ve teqiya
22 sibat, 2021   09:30
 HESEKÊ

Çavkaniyên leşkerî ji ANHA`yê re piştrast kir ku dema çeteyên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hewl dida bendên axî li nêzî eniyên şer çêkin, mayin teqiya.

Li gorî heman çavkaniyan, mayîn saet di 8:00`ê sibehê de bi erebeyeke artêşa dewleta Tirk a dagirker ve li gundê Erîşe yê li başûrê rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê teqiye.

 (şx)

ANHA