Rojnamevan: Astengkirina Ronahî TV li Başûr nayê qebûlkirin

Rojnamevanan destnîşan kir ku qebûlnekirina Ronahî TV’yê li Başûrê Kurdistanê cihê fikarê ye û bang li rayedaran kir ku divê demildest destûra karkirinê bê dayîn.

Rojnamevan: Astengkirina Ronahî TV li Başûr nayê qebûlkirin
22 sibat, 2021   08:18
QAMIŞLO-NÛJIYAN ADAR

Nûçegihanê Dengê Amerîkayê Zana Omer û endamê rêveberiya VON Radyoyê Xoşman Qado diyar kir ku qebûlnekirina karkirina Ronahî TV’yê ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê ve, cihê fikarê ye û got divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin.

Nûçegihanê Dengê Amerîkayê yê Rojava Zana Omer vekirina nivîsgeha Ronahî TV li Başûrê Kurdistanê wek "pêdiviyekê" bi nav kir û got: "Bi çavên Ronahî TV em dixwazin Başûrê Kurdistanê nas bikin û bişopînin."

Zana Omer xwest ku xebatên çapemeniya azad neyên astengkirin û got bi serbestî karkirina Ronahî TV li Başûrê Kurdistanê dê xebatên çapemeniyê yên li herêmê jî dewlemendtir bike.

Omer diyar kir ku di demên dawîn de zextên li ser çapemeniya azad li Başûr zêde bûne û wiha axivî: “Mixabin di pêvajoyên dawî de li Başûrê Kurdistanê zextên li ser çapemeniya azad û rojnamegeran gelek zêde bûne. Ev rastiyek e  ku destûrê nadin Ronahî TV’yê. Gelek rojnameger tên dadgehkirin û tên darizandin. Em wek rojnamevan ji vê rewşê bi fikar in. Eger rojnamevan nikarin bi rengekî azad, nûçeyên xwe parve bikin, ev yek tê wê wateyê ku em bi rewşeke tirsnak re rû bi rû ne. Divê ev yek me ji pêşerojê jî bi fikar bike. Mixabin di rewşa heyî de rojnamevan nikarin xwe bi rêyên azad îfade bikin û xebatên xwe bi rê ve bibin. Berevajî vê yekê rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê rastî tawanên giran tên.”

‘PÊNÛS TU CARÎ LI DIJÎ TU KESÎ ÇEK NÎN E’

Omer got divê rojnamevan mîna siyasetmedaran bi serbestî karê xwe bikin, lêkolînan bikin, rastiyê peyda bikin û vê yekê ji civakê re nîşan bidin û wiha dewam kir: “Azadiya çapemeniyê vegotina reng û dewlemendiya civakî ye. Divê hemû alî li dijî rojnamegeran hesas bin û sînorên azadiya ramanê tune bin. Pênûs tu carî ne çeka li dijî kesî ye. Divê tu carî nêrîneke cuda wek navgîneke têkçûn an jî têkbirina tu partiyeke siyasî neyê dîtin.”

Zana Omer wiha pê de çû: “Ronahî TV ji bo agahîgirtinê weşaneke girîng e. Wek rojnamevan, ez Ronahî TV dişopînim û dibînim ku weşana wan realîst e. Heta niha min nedît ku derveyî rastiyê weşanek kiriye. Dibe ku hin şaşiyên teknîk hebin. Ev jî rewşeke xwezayî ye. Lê ez nafikirim ku dûrî rastiyê weşanê bike, tiştên cuda bike yan jî nûçeyên ne rast çêke.”

‘RONAHÎ TV DIKARE BIBE PIRA DI NAVBERA ROJAVA Û BAŞÛR DE’

Omer diyar kir ku dema DAIŞ’ê êriş kir, Ronahî TV xwedî mîsyoneke dîrokî bû ku rastiya li herêmê derxist holê û belav kir û got: “Di êrişên dawîn ên dagirkeriyê yên li ser Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê de û dema ku DAIŞ'ê êrişî gelek deveran kir, 25 rojnamevan hatin qetilkirin. Bi dehan rojnamevan birîndar bûn. Ronahî TV bi ked û hewldaneke mezin heta roja îro hat. Ji bo me girîng e em logoya Ronahî TV li herêma Başûrê Kurdistanê bibînin û em ji vê yekê bi hêvî ne. Em dixwazin bi nûçe û bernameyên ku Ronahî TV çêke û ji perspektîfên cuda Başûrê Kurdistan nas bikin û lê temaşe bikin.”

'SÎNORDARKIRINA ÇAPEMENIYA AZAD ASTENGKIRINA HEQÎQETÊ YE'

Endamê rêveberiya VON Radyoyê û rojnamevan Xoşman Qado jî got: "Divê ji bo hemû dezgehên çapemeniyê yên li hemû welatan destûrnameyên kar bên dayîn. Divê teqez xebatên weşangeran neyên astengkirin. Nehiştina ku Ronahî TV li herêma Başûrê Kurdistanê ofîsên xwe veke, ji bo azadiya çapemeniyê fikar e.”

Xoşman Qado xwest hikumeta Başûrê Kurdistanê êdî çapemeniya azad neke hedef û wiha got: "Ronahî TV jî wekî hemû rêxistinên ku li wir kar dikin, mafê wan heye ku li Başûr ofîsên xwe veke, ji ber ku belgeyên xwe yên pêwîst ên qanûnî pêşkêşî aliyên peywendîdar kirine. Eger pirsgirêkek hebe, kêmasiyek hebe, bi ya min divê hikumeta Herêma Kurdistanê ji rêveberiya Ronahî TV re ragihîne."

Qado got erka rojnamevan û rojnamevaniyê ew e ku raya giştî û civakê rast agahdar bikin û astengkirina xebatan tê wateya tirsa ji aşkerabûna rastiyan.

Endamê rêveberiya VON Radyoê Xoşman Qado wiha lê zêde kir: "Hêviya me ew e ku rojnamevan li ku derê bin, bi serbestî bixebitin. Bi taybet serdana şandeya Yekitiya Ragihandina Azad û Buroya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser ji Herêma Kurdistanê re dê rêyên nû ji bo karê rojnamevaniyê û çapemeniyeke azad veke."

ANHA