Rûspiyên eşîrên Ereb: Erdogan sûcdarê şer e divê were cezakirin

Rûspiyên eşîrên Ereb êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê  û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin, ew derfet nadin dewleta Tirk ku hevgirtina di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xirab bikin.

Rûspiyên eşîrên Ereb: Erdogan sûcdarê şer e divê were cezakirin
22 sibat, 2021   01:49
QAMIŞLO - ŞEHAB EL-EHMED

Arêtşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet navçeya Eyn Îsa û Herêmên Parastinê yên Medyayê didomînin.

Di vê der barê de rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Ji rûspiyên eşîra Şerabiyan, Selah El-Zêdan êrişên bi armanca hilweşandina herêmê şermezar kir û got, gelê Sûriyê yek e û tu cûdahî di navbera Ereb û kurdan de tune ye.

El-Zêdan diyar kir ku dewleta Tirk beriya niha Sûriyê dagir kiribû, armanca wê serdema Osmanî bi serkêşiya Erdogan zindî bike û wiha domand: "Ew kesayeteke ji kuştina zarokan hez dike. Tu cûdahiyê naxe navbera kevir û mirovan. Rûspiyên eşîrên Ereb di yek rêzê de ne û êrişên Erdogan ên li dijî pêkhateyan qebûl nakin. Êrişa li ser pêkhateyekî di heman demê de li ser hemû pêkhateyan e."

Selah El-Zêdan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Erdogan sûcdarê şer e. Kujerê zarok û kalepîrane. Em bêdengiya navneteweyî şermezar dikin û divê Erdogan were cezarkirin."

Her wiha Şêx Elî Mihemed Silêman ku yek ji rûspiyên eşîra El-Tifêhiyîn a navçeya Til Hemîsê ye got, armanca dewleta Tirk ji êrişan dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Şêx Silêman behsa êrişên dawîn ên artêşa Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê kir û wiha anî ziman: "Erdogan dagirker e. Destê xwe xistiye destê Amerîkayê da ku petrolê bigre û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê dagir bike."

Şêx Elî Mihemed Silêman wiha domand: "Amerîka hevalbenda êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber ku wê derfet da dewleta Tirk ku Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike û niha jî çavê xwe li van êrişan digire."

Her wiha ji rûspiyên eşîra Şemer, Mihemed Xelef Mihemed jî wiha axivî: "Artêşa Tirk a dagirker dixwaze hevgirtina di navbera eşîrên Ereb û Kurd de ji hev bixe. Ev hevgirtin berhemên keda şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana li hember êrişan e."

Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xewna Erdogan bi saya hevgirtina gelan dê pêk nayên. Em bang li hemû eşîrên ereban dikin ku li pey siyasetên dijmin neçin. Em derfetê nadin ku cûdahiyê di navbera me de derxînin bi taybet dewleta Tirk. Ji ber ku armanca Erdogan ku hevgirtina niştîmanî xirab bike û hebûna mirovî tune bike."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/04P2trDOKq0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>