QSD: Îdîayên wezîrê parastinê yê dewleta Tirk ne rast in

QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku îdîayên dewleta Tirk ku 3 şervanên me derbasî herêmên di bin dagirkeriya wan de bûne û şehîd bûne ne rast in.

QSD: Îdîayên wezîrê parastinê yê dewleta Tirk ne rast in
22 sibat, 2021   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rê û rêbazên şerê taybet rastiyê berovajî bike.

QSD`ê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan îdîakiribû ku 3 şervanên me hewl dane derbasî herêmên di bin dagirkeriya wan de bibin û ew şervan şehîdxistn, lê ev axaftin dûrî rastiyê ne tu hewldaneke şervanên me yên bi vî awayî çênebûye. 

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

Roja 21`ê Sibatê, Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di hesabên xwe yên fermî de nûçeyek nû belav kir. Li gorî vê nûçeyê, 3 şervanên me hewl dane derbasê herêmên di bin dagirkeriya wan de bibin û hatine şehîd xistin. Ev agahî ne rast in, tu tevgera hêzên me di wan herêman de nîn e. Dewleta dagirker ku di êrişên xwe yên li hember axa Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê û Sûriyê de bi piranî kesên sivîl hedef digire, bi nûçeyên bi vê şeklî dixwaze rastiyê berovajî bike û şerê taybet dimeşîne. Pêwîst e gelên me û raya giştî li hember polîtîkaya şerê taybet bi hîşyarî tevbigerin.