Komxebat: Pêwîste îtîraf bi zimanê hemû pêkhateyan were kirin

Di beşa yekemîn a Komxebata bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de,  girîngeya  birêxistinkirin û aktîfkirina qanûnên navneteweyî hate kirin, ku tevahî gel fêrî zimanê xwe yê dayikê bibe. Her wiha hate gotin, pêwîste îtîraf bi zimanê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê kirin.

Komxebat: Pêwîste îtîraf bi zimanê hemû pêkhateyan were kirin
21 sibat, 2021   15:15
QAMIŞLO

Komxebata bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi dirûşma "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî sereke yê hemû gelan e" li Hola Zana ya bajarê Qamişlo didome.

Di beşa yekemîn a komxebatê de, beşdaran girîngiya ku hemû gelan bi zimanê dayikê li gorî maf û peymanên navneteweyî fêr bibin hate kirin, her wiha bal kişand ser girîngiya îtîrafkirina bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku perwerdeya bi zimanê dayikê, pêk were.

Yek ji rêveberên Komîteya Perwerdê ya kantona Qamişlo, Nûredîn Mihemed û endama rêveber a Komîteya Jin a Desteya Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Suhêr El-Hamid ev beş bi rêve birin. Di beşa yekemîn de li ser girîngiya rêxistinkirina qanûnên navneteweyî ji bo ku tevahî gelên Bakur û Rojhliatê Sûriyê fêrî zimanê xwe bibin, hat nîqaşkirin.

'Jİ SEDÎ 40 Jİ NİŞTECİHÊN CÎHANÊ Jİ XWENDİNA Bİ ZİMANÊ ZİKMAKÎ BÊ PAR MAYE'

Di beşa yekemîn a komxebatê de hate destnîşankirin ku hemû fîlozof û zanyar girîngî didin perwerdeya bi zimanê dayikê. Ji bo wê gelek lêkolîn amade kirin ku fêrbûna bi zimanê dayikê bi awayekî mezin bandorê li kesayeta mirov dike, bi taybet dema biçûkaniya xwe de fêr dibe. Ruxmî wê nêzî 40% ji gelên cîhanê ji mafên perwerdeya bi zimanê dayikê bê par maye.

Her wiha hate gotin: "Li gorî peymangeha navneteweyî ya taybet bi mafên sivîl û siyasî ya ku ji komeleya NY’yê di 1996’an de derketiye di madeya 2’yan de tê gotin ku ji tevahî dewletan tê xwestin ku mafên mirovan ên tevahî ferdên li ser xakên wê heyî bêyî tu cudahî rêzdar bigirin. Divê tevahî dewlet mafên pê hatine îtîrafkirin rêbaz bigirin. Her wiha di naveroka madeya 19’an jî tê gotin ji her mirovekî/ê re mafên azadiya nêrîn hene."

'RÊVEBERIYA XWESER DI PERGALA PERWERDÊ DE NIMÛNEYEK TAYBET AVA KIR'

Axêveran lê zêde kir ku Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, ruxmî astengiyên ku pê re rû bi rû dimînin nûmûneyek taybet ava kir, lê belê mafên perwerdê, heta îtîrafeke siyasî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe, ne pêkan e. Ew jî ji bo ku mafên perwerdê wergirin.

MAFÊN PÊKHATEYAN ÊN PERWERDÊ

Her wiha  behsa mafên perwerdeya bi zimanê dayikê hate kirin û xwe spart madeya 27’an ya NY’yê di 1992’yan de ya girêdayî fêrbûna bi zimanê dayikê ragihandiye. Di naveroka wê madeyê de hat eşkerekirin ku divê tu kes ji mafên fêrbûna bi zimanê dayikê neyê mehrûmkirin.

Her wiha du lêkolînerên paymengeha Baiêt ji Misirê Ehmed Mixtar û Norhan Mihemed bi rêya bernameya Zoomê beşdarî komxebatê bûn û diyar kir ku derdora milyonek zarok li Sûriyê ji ber encamên şer êşê dikşînin û bang li civaka navneteweyî kir ku qanûnên navneteweyî pêk bînin da ku zarokan biparêzin û bang li aliyên binakok kir ku dibistanan nekin armanc.

Lêkolîneran da zanîn ku dewleta Tirk şerê gelê Kurd bi rêya zimanê wî dike û destûra Tirkiyê bi mafên çandî yên gelê Kurd îtîraf nake.

Dûvre deriyê nîqaş ji beşdaran re hat vekirin. Beşdaran got pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryan di sedsalên borî de ji fêrbûna bi zimanê dayikê hatibûn mehrûmkirin, bi taybet digel dagirkeriya Osmanî ya ku gelek sedsalan maye û nezanî bi şêweyekî mezin li herêmê belav kiriye.

Beşdaran li ser çawaniya dîtina mekanîzmayên parastina mafên kêmneteweyan ên çandî, dîtina rêbazan ji hêla UNESCO’yê ve ji bo parastina zimanên kêmneteweyan, itîrafkirina rêxistinên navneteweyî û hiqûqnas a bi mafên van pêkhateyan li ser fêrbûna bi zimanê dayikê, nîqaş kirin.

Komxebat bi nîqaşkirina beşa duyemîn a li ser "fêrbûna pirrengiya ziman û çandan di pergala perwerdeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de" berdewam e.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cNLEauI5_0o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>