Nivîsgeha Parastina Zarokan 5 zarokên din li malbatên wan vegerandin

Li gorî peymana di navbera QSD`ê û NY`yê de, Nivîsgeha Parastina Zarokan Di Şerên Çekdarî de ya bajarê Hesekê 5 zarok li malbatên wan vegerandin.

Nivîsgeha Parastina Zarokan 5 zarokên din li malbatên wan vegerandin
21 sibat, 2021   15:37
HESEKÊ

QSD`ê 5 zarokên din radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerên Çekdarî de kirin.

Radestkirina zarokan li Nivîsgeha Parastina Zarokan Di Şerên Çekdarî de ya kantona Hesekê bi beşdariya hevserokatiya nivîsgehê Merwa El-Ebdullah û zarokan pêk hat.

Hevserokatiya Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerên Çekdarî de Merwa El-Ebdullah got, piştî belgeyên 5 zarokan hatin piştrastkirin wan dûrî hêzên leşkerî xist da ku radestî malbatên wan bikin.

Malbatên zarokan li ser wergirtina zarokên xwe ji QSD`ê belge mohr kir.

Hêjayî bibîrxistinê ku heta niha 44 zarok bi rêya nivîsgeha Hesekê ji nav hêzên leşkerî hatine derxistin û li malbatên xwe vegeriyane.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-3JrlNAugIo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>