Li Hecînê Navenda Ciwan û Werzîşê hate vekirin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, li bajarê Hecînê Navenda Ciwan û Werzîşê vekir.

Li Hecînê Navenda Ciwan û Werzîşê hate vekirin
21 sibat, 2021   13:30
DÊRAZOR

Di merasîma vekirina navendê de, bi dehan endamên saziyên sivîl û herêmî yên gundewarên rojhilatê Dêrazorê amade bûn.

Navend bi navê şehîd Besam El-Xatir hate vekirin. Her wiha komîteyên ciwanan ên bajarokê Ebo Hemam û heta Baxozê jî pê ve girêdayî ne.

/ar/uploads/files/2021/02/21/114848_der-zor-yekem-vekirina-navenda-spore-28129.webp

Malbatên şehîdan, endamên Mala Jinan û meclisa bajarokê Hecînê vekirina navendê pîroz kir.

/ar/uploads/files/2021/02/21/114711_reys-hzb-swrya-almstqbl.webp

Ji aliyekî din ve, serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê, Mihemed El-Receb ev xebat pîroz kir û hêvî kir ku xwedî bandoreke mezin be.

Cîgirê hevserokê meclisa sivîl a Dêrazorê Mihemed Şeban El-Zayid jî axivî û destnîşan kir ku ciwan bingeh û stûna neteweya demokratîk in.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fkB09M3RnGU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>