Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  3 kesên din  bi koronayê mirin

Îro Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 3 kesan bi vîrusa koronayê (Covid-19)  jiyana xwe ji dest daye û 4 kesên din pê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  3 kesên din  bi koronayê mirin
21 sibat, 2021   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi vîrusê ketine jinek û 3 zilam in û li van herêman in:

Girkê Legê: 1
Tebqa: 2
Dêrazor: 1

Ciwan Mistefa her wiha eşkere kir ku 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û kesek jî baş bûye.

Bi van daneyan re, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 hezar û 592 kes bi vîrusê ketine, ji wan 311 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 241 kes baş bûne.

(cx)