Şêniyên Til Hemîsê ji malbatên şehîd Meriî û Sair re sarsaxî xwest

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişloyê sersaxî ji malbatên şehîd Meriî Cemîl El-Abdullah û şehîd Sair Ehmed El-Debo re xwest.

Şêniyên Til Hemîsê ji malbatên şehîd Meriî û Sair re sarsaxî xwest
21 sibat, 2021   14:00
QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Meriî El-Abdullah ya li navçeya Til Hemîsê û komê sersaxiyê yê şehîd Sair El-Debo yê li gundê Bekia da ku sersaxiyê bidin malbatên wan.

Şervanê QSD`ê Meriî Cemîl El-Abdullah (Udey Til Hemîs) û Sair Ehmed El-Debo (Kawa Tehama) 18`ê Sibatê dema ku erka xwe ya leşkerî pêk dianî, li navçeya Til Birakê şehîd bûbûn.

Di merasima sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Xelef axivî û tekez kir ku şehîd nirxên wan ên herî giranbiha ne, ji ber ku xwe di oxira welat de feda kirin û got: “Şehîd rêberên me yên manewî ne.”

Her wiha bi navê meclisa bajarokê Ukaz endama meclisê Hebde El-Mizel axivî û diyar kir ku divê piştgiriya hêzên leşkerî bê kirin ku hewl didin aramî û îstiqrarê li herêmê pêk bînin, li dijî terorê li ber xwe didin û dixwazin jiyana birûmet û azad ava bikin.

Hevserokê meclisa bajarokê Ebû Cirin ê girêdayî navçeya Til Hemîsê Silêman Mihemed Silêman jî got: “Şêniyên herêmê ji ber komên terorîst gelek azar kişandin. Me azadî bi saya fedakariyên şehîdan dît.”

(cx)

ANHA