​​​​​​​Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan di roja duyemîn de didome

Îro li Minbicê bi dirûşma "Jin kaniya huner û afirîneriyê ne" xebatên roja duyemîn a Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan a Sêyemîn dest pê kir.

​​​​​​​Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan di roja duyemîn de didome
21 sibat, 2021   10:30
MINBIC

Mîhrîcan li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê li dar dikeve û jinên ji hemû pêkhateyên bajêr, dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa, jinên Dêrazorê, endamên Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji Reqa, Tebqa û Kobanê beşdar bûne. 

Jin bi cil û bergên folklorîk beşdar bûne. Di roja yekemîn a mîhrîcanê de pêşandanên hunerî yên li ser folklora pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan hatibûn nîşandan.

Di roja duyemîn a mîhrîcanê de, hunermend Nesrîn Botan stran pêşkêş kirin.

Mîhrîcan bi pêşandanên hunerî yên cur bi cur dewam dike. Tê payîn ku mîhrîcan îro piştî nîvro bi dawî bibe.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SmMiQf5jPM0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>