Anket: HDP`ê aliyê herî nêz ê çareserkirina pirsgirêkan e

Li gorî anketê, di demeke ku welat aloziya aborî û siyasî bi serkêşiya AKP`ê û hevalbendê wê MHP`ê dijî de, aliyê herî nêz ê çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyê HDP`ê ye

Anket: HDP`ê aliyê herî nêz ê çareserkirina pirsgirêkan e
21 sibat, 2021   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî anketa ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî ve di navbera 18 heta 25`ê Çileyê de li Amed, Rûha, Mardîn, Wan, Batman, Mûş, Qers, Agirî û Bîngolê hate çêkirin de ji sedî 31,8 ji beşdaran tekez kirin ku HDP`ê aliyê herî nêz ji çareserkirina pirsgirkên welêt re ye.

Anketa ku li ser malpera fermî ya rojnameya Gezete Dovar hatibû weşandin tê de ev pirs kiribûn: "Di hilbijartên pêş de tu yê dengê xwe bidî kîjan partiyî?. Ji wan ji sedî 2,5 gotin ew ê bidin HDP`ê û ji sedî 10, 2 gotinê dê bidin AKP, ji sedî 6 gotin dê bidin MHP`ê û ji sedî 12,4 gotin dê bidin CHP`ê

Li gorî van encaman, AKP ya ku bi serkêşiya Erdogan tê birêvebirin, di nava gel de bi paş de çûye.

Li gorî ji sedî 31,8 ji beşdarên anketê re gotin, HDP`ê aliyê herî nêz ê çareserkirina pirsgirêkên welêt e, ji sedî 18,8 gotin AKP`ê ye, ji sedî 16,4 bersiv nedan û ji sedî 12,6 jî gotin ne tişt.

Her wiha di anketê de pirs di derbarê mezintirîn pirsgirêka li Tirkiyê de hate kirin. Ji sedî 61,4 gotin aloziya aborî û bêkarî, ji sedî 16,9 gotin doza Kurdî, ji sedî 4,9 gotin tundî û rewşên şer, ji sedî 2,5 gotin hikûmet û ji sedî 2,4 jî gotin tunebûna opozisyonê.

(bx)