Saziya Zimanê Kurdî: Bi tenê zimanê kurdî dikare koka me ji qelandinê biparêze

Saziya Zimanê Kurdî bi boneya Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku “Ji tevaya kurdan û dam û dezgehên kurdistanî re dibêjin; bi saya vî zimanî, neteweya kurd hîna li ser lingan e û li ber xwe dide, ancax ev ziman bikare koka me ji qelandinê biparêze.”

Saziya Zimanê Kurdî: Bi tenê zimanê kurdî dikare koka me ji qelandinê biparêze
21 sibat, 2021   10:48
QAMIŞLO

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya SZK’ê wiha ye:

“Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi ser me da tê û ta niha bi milyonan zarokên kurd, ji wî mafê xwe yê rewa bê par in. Çawa ku tev li dibistanê dibin, ji zimanê xwe yê "dayikê" tên kirin û li şûna bi zanîn û zanistê bên hevotin, bi wî zimanê perwerdeyê yê bîyan û nenas ve di kesayeta wan de bi dehan nakokî û dubendî peyda dibin. Lewra UNESCO ku 21’ê Sibatê wek ‘Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê’ nîşan kiriye, wê bi xwe jî piştrast kiriye ku ji bo zarokekî -herî kêm di her sê salên pêşîn de- perwerdeya herî durist û bikêrhatî ew e ku bi zimanê dayikê be. Bi vê boneyê, em banga xwe arasteyî dinyayê tevî dikin û bi dengê herî bilind salixên kurdî bi her kesî didin zanîn:

‘HIKUMETA ŞAMÊ BI HIŞMENDIYEKE FAŞÎST NÊZÎKÎ ZIMANÊ KURDÎ DIBE’

Di sedsala 21’an da ku dirûşmên "azadî" û "wekhevî"yê yên herî berz û bala ne û xwedêgiravî civata navdewletî ji bo demokrasiyê û alîkariya ketiyan timî didoze; di vê serdemê da, li Rojhilatê Kurdistanê hîna jî kesên mîna Ferzad Kemanger ji bo perwerdeya kurdî tên bidarvekirin û cezayên herî giran li dehan xebatkarên zimanî yên mîna Zehrayê tên birîn. Hîna jî li Bakurê Kurdistanê, ji bo straneke kurdî ciwanên kurd dikare şehîd bibin. Hîna jî li Başûrê Kurdistanê hikumeta navendî perwerdeya kurdî ya li Kerkûkê asteng dike. Li Rojavayê Kurdistanê jî, piştî vê bobelat û malkambaxiya ku serê deh salan e bi Sûriyeyê ketiye, hîna jî hikumeta Şamê hebûna kurdan û kurdî di destûra xwe de li qelemê nexistiye û bi wê hişmendiya faşîst ve nêzîkî vê pirsê dibe.

‘BI SAYA ZIMANÊ KURDÎ, NETEWEYA KURD HÎNA LI SER LINGAN E Û LI BER XWE DIDE’

Em, Saziya Zimanê Kurdî, vê roja han li temamê mirovahiyê, bi taybet li axêverên wan zimanên qedexekirî û li xebatkarên kurdî pîroz dikin û bang li civata navdewletî dikin ku li hember bizavên bişaftin û tunekirina zimanê kurdî bertekeke jidil û lezgîn nîşan bide. Ji tevaya kurdan û dam û dezgehên kurdistanî re jî dibêjin; bi saya vî zimanî, neteweya kurd hîna li ser lingan e û li ber xwe dide, ancax ev ziman bikare koka me ji qelandinê biparêze. Li vî zimanê ku derbên herî giran ji derzika piştê xwarine, xwedî derkevin. Bi qasî ku hûn zimanê xwe bihebînin û hîn bibin, ew qasî hûn bilind dibin û bi dest dixin.”