​​​​​​​NRLS dê encamên komxebat bi aliyên siyasî yên Kurdistanê re parve bike

NRLS hewl dide hemû pêşniyar, rexne û nêrînên ‘Komxebata Nakokiyên Kurdî-Kurdî’ kom bike û bigihîne aliyên têkildar û aliyên siyasî yên li Kurdistanê.

​​​​​​​NRLS dê encamên komxebat bi aliyên siyasî yên Kurdistanê re parve bike
21 sibat, 2021   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED MIHEMED

Duh Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Komxebata Nakokiyên Kurdî-Kurdî li dar xistibû. Komxebat li bajarê Qamişlo li dar ket û gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hiqûqnas û endamên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Têkildarî kesayetên beşdar bûne, pêşniyarên ku hatine kirin û plansaziya xebatê, endamê NRLS`ê Taha Xelîl ji ANHA`yê re axivî.

Xelîl li ser sedemên lidarxistina komxebatê wiha got: “Ji ber ku di sedsala 21`an de guhertinên bingehîn li cîhanê çêdibin û gelê Kurd di mercên nazik û qonaxeke çarenûsî re derbas dibe. Ji lew re me pêwîstî dît ku em komxebatekê li dar bixin da ku em dîroka kurdî ya ji serdema qebîle û eşîran û heta aliyê îdeolojîk nîqaş bikin û bigihêjin encamên nakokiyên ji wê dîrokê û heta niha.”

Xelîl diyar kir ku girîng e aliyên li pişt wan nakokiyan û hewldanên wan ên kûrkirina wan nakokiyan nas bikin û wiha domand: “Da ku em gelê Kurd li ser xetereya qonaxa heyî hişyar bikin, niha derfet heye ku nakokiyan derbas bikin û refên xwe bikin yek. Me xwest em balê bikişînin ser ku derfeta heyî ya di sedsala 21`an de dibe ku dubare nebe.”

 ‘ME HEMÛ ALÎ VEXWENDIN, LÊ HINEK ALÎ BEŞDAR NEBÛN’

Xelîl daxuyand ku wan hemû aliyên wekî partiyên siyasî, rewşenbîr, hiqûqnas, saziyên civaka sivîl, kesayetên kurdistanî yên girîng ên ji hundirê Rojava û derveyî wê vexwendin komxebatê, lê belê hin alî ji ber pirsgirêkên teknîk beşdar nebûn û hin aliyên din ji ber sedemên nediyar beşdar nebûne.

Xelîl wiha axaftina xwe domand: “Ev tiştekî girêdayî wan e, lê mixabin nebeşdarbûna wan jî girêdayî nakokiyên kurdî yên heyî ye ku me di komxebatê de behsê kir û heta roja me ya îro jî dewam dikin.”

Her wiha hejmareke siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ji Başûr û Bakurê Kurdistanê bi rêya Zoomê beşdarî komxebatê bûn.

Xelîl li ser aliyên ku beşdarî komxebatê nebûne, wiha got: “Aliyên ku beşdar nebûne, hevalên me yên partiyên Meclisa Encûmena Nîştimanî ya Kurdî û saziyên wê ne. Ev jî vedigere nakokiyên kurdî. Tevî ku wan vexwendnameya me pêşwazî kir jî, lê nehatin. Em nizanin sedemên nebeşdarbûna wan aliyan di komxebatê de çi ne.”

Xelîl da zanîn ku di komxebatê de gelek pêşniyar û nêrîn derketine, lê ya piraniya wan di du xalên sereke de man; ya yekê welatparêzî ye ku pêwîst e hemû partî û alî tevî nakokiyên partiyetî û cudabûna îdeolojiyên wan jî di bin sîwaneke nîştimanî de kom bibin.

Li gorî Xelîl, xala din a sereke li ser qedexekirina şerê kurdî-kurdî ya bi hemû rengan bû.

Endamê NRLS`ê Taha Xelîl di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku dê hemû pêşniyar, rexne û nêrînên di komxebatê de derketine, di raporeke giştî de kom bikin û bigihînin aliyên têkildar û aliyên siyasî yên kurdî li Kurdistanê.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j9mwXi9I8bY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>