2 Endezyar û mamoste ji bo girtiyên li Hewlêrê ketin greva birçîbûnê

Endezyar Herêm Mehmûd ku li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan 92 rojan ketibû greva birçîbûnê û Mamoste Elî Mihemed ji bo piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê ya li girtîgehên Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê kirin.

2 Endezyar û mamoste ji bo girtiyên li Hewlêrê ketin greva birçîbûnê
21 sibat, 2021   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî 6 meh binçavkirinê, di 16’ê Sibatê de Dadgeha Hewlêrê 6 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanî, Şivan Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa birî. Her 5 rojnameger û çalakvanan di 17’ê Sibatê de li dijî vê biryarê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Endezyar Herêm Mehmûd ku li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan 92 rojan ketibû greva birçîbûnê û bavê gerîlayê şehîd Karwan Gabar Mamoste Elî Mihemed ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya çalakvanên Behdînan ku di girtîgeha Hewlêrê de tên ragirtin ji bo hefteyekê dest bi grava birçîbûnê kirin.

Herêm Mehmûd li ser hesabê xwe yê tora facebookê wiha nivîsiye: “Weke piştgiriyekê ji bo çalakvanên li girtîgehên AKP-PDK’ê de ji bo yek hefteyê greva birçîbûnê radigihîm. Hêvî dikim ku li ser desthilatê bibe zext."

Endezyar di sala 2019’an de, ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan 92 rojan di greva birçîbûnê de ma. Piştî peyama Rêber Apo dawî li çalakiya xwe anî.