Bi avabûna Rêveberiya Xweser re serbestbûn û xwedîderketina li zimanên dayîkê

Mamosteyên zimanên kurdî, erebî û suryanî diyar kir ku piştî avabûna Rêveberiya Xweser bi serbestî dikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin û destnîşan kir ku ji bo her gelekî ziman diyardeya sereke ye.

Bi avabûna Rêveberiya Xweser re serbestbûn û xwedîderketina li zimanên dayîkê
21 sibat, 2021   07:48
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe pêkhate bêhtir zimanên xwe nas dikin. Ji ber ku beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê zimanê dayikê bi taybet ê pêkhateya Suryan û Kurdan ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibû qedexekirin.

Lê di sala 2013`an de pêkhateyên ku zimanê wan hatibû qedexekirin bi kêfxweşî û bi hemû awayan zimanê xwe yê dayikê hembêz kir û got "Em azad bûn."

Ji bo bêhtir naskirina rewşa wan û kêfxweşiya wan, ajansa me hevpeyvîn bi pêkhateyên Suryan, Ereb û Kurdan re çêkir.

‘ZIMAN GELAN ZINDÎ DIHÊLE’

/kr/uploads/files/2021/02/21/074915_semra-hena.webp

Mamosteya zimanê suryanî yê Saziya Olef Tao ya fêrkirina zimanê suryanî Semîre Hena got: "Zimanê suryanî ji me re wekî mîraseke şaristaniyê ye, ew ziman wekî dirûşmeya li ser sîngê me ye û em bi zimanê xwe serbilind in."

Semîra da xuyakirin ku ji wan tê xwestin ku bi zimanê xwe biaxivin da ku ew zimanê xwe li seranserê cîhanê belav bikin û wiha domand: "Pêwîstî bi naskirina zimanê mirov heye da ku zarokên me û nifşên nû jî fêr bibin û zimanê me neyê tunekirin. Her wiha da ku heta dawiyê zimanê me zindî bimîne."

Semîra îşaret pê kir ku heke zimanê wan ê suryanî tune bibe, dê pê re pêkhateya Suryan jî tune bibe û wiha got: "Divê em parastina zimanê xwe bikin ji bo ku em zindî bimînin."

‘BERIYA NIHA ME NIKARÎBÛ BI SERBESTÎ FÊRÎ ZIMANÊ XWE BIBIN’

Der barê çawaniya parastina zimanê dayikê de Semîra da zanîn ku divê ew zimanê xwe di dibistanan de bixwînin û zarokên xwe jî fêr bikin û wiha domand: "Ew zarok jî wê di pêşerojê de zarokên xwe fêr bikin ango bibin mamoste da ku nifşên nû fêr bikin."

Semîra diyar kir ku di dema zaroktiya wê de di dibistanên hikumeta Şamê de nikarîbûn fêrî zimanê xwe yê dayikê bibe û wiha got: "Di qonaxa seretayî de, em di dibistanê de fêrî materyalên dewletê dibûn, di dema betlaneya havînê de di hundirê dêrê de, em fêrî zimanê xwe dibûn. Di demên beriya niha de em nikarîn bi serbestî fêrî zimanê xwe bibin."

`PIŞTÎ DAMEZIRANDINA RÊVEBERIYA XWESER, EM AZAD IN`

Her wiha Semîra da zanîn ku di demên berê de ew bi tirs nêzî zimanê xwe dibûn, ji ber ku hikumeta Şamê li ser fêrkirina zimanê wan ê dayikê pirsgirêk ji wan re derdixist û wiha axaftina xwe domand: "Heke em ji aliyê dewletê ve hatibana girtin wê lêpirsîn li hemberî me vekirina û wê em têxistana zîndanan. Lê niha piştî damezirandina Rêveberiya Xweser em nema bi tirs in, bi rehetî zimanê xwe dixwînin. Beriya damezirandinê me nikarîbû bi serbestî tev bigerin."

Her wiha Semîra Hena destnîşan kir ku fêrkirina şagirtan bi zimanê dayikê, hêsantir û baştir e.

‘DIVÊ HER PÊKHATE BI ZIMANÊ XWE PERWERDEYÊ BIBÎNE’

/kr/uploads/files/2021/02/21/074939_delal-remedan.webp

Mamosteya ji pêkhateya Ereb Delal Remedan ku li saziya Olef Tao ya fêrkirina zimanê suryanî hînî zimanê suryanî dibe da ku şagirtên pêkhateya suryan fêrî zimanê wan ê dayikê bike.

Delal diyar kir ku her şagirt divê bi zimanê xwe bixwîne û hînî şaristanî û bingehê zimanê xwe yê dayikê bibe û wiha got: "Bi vê yekê dikare parastina zimanê xwe bike. Divê çi pêkhate hebe parastina zimanê xwe yê dayikê bike."

‘DIVÊ KURD BERIYA HER TIŞTÎ LI ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN`

/kr/uploads/files/2021/02/21/075113_izedn-silman.webp

Hevserokê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Izedîn Silêman da zanîn ku ziman ji her mirovî re nasname û hebûn e û wiha got: "Bi salan e zimanê me qedexekirî ye, dijmin û dagirkeran nehiştin em bi zimanê xwe fêr bibin, derfetek wiha nedan me. Heke miletek bê ziman be ew ê nikaribe bibêje nasnameya min heye, ji ber ku heke ez di nava pêkhateya Ereb de bi erebî biaxivim û bijîm, ez ê nikaribin ji kesekî re bibêjim ez Kurd im."

Silêman da xuyakirin ku di dîrokê de tevî hemû hewldanên dijmin û xêrnexwazan, Kurdan zimanê xwe parastiye. Parastina ziman bi bikaranîna di hemû qadên jiyanê de pêk tê, her wiha ji bo parastina ziman pêwîstî bi kar û xebatê heye.

Silêman destnîşan kir ku mafekî rewa ye ku her gel fêrî zimanê xwe bibe û ew materyalên xwe amade bike ji bo ku taybetmendî û xurtiya zimanê xwe derxe holê û wiha domand: "Hetanî ku mirov bi zimanê xwe perwerdeyê nebîne, ziman bi pêş nakeve. Ji bo parastina ziman jî perwerdeya bi zimanê dayikê gelekî girîng e.”

Izedîn Silêman di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê ew wek neteweya Kurd beriya her tiştî li zimanê xwe xwedî derkevin û wiha got: "Gelên cîhanê yên ku li zimanê xwe xwedî derneketin, têk çûn. Ji  ber ku derfeta perwerdekirina bi zimanê wan tune bû.”

ANHA