'Dewleta Tirk hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe'

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hewldana têkbirina projeya neteweya demokratîk bi nav kir.

'Dewleta Tirk hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe'
21 sibat, 2021   06:53
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Sûriyê hewldana têkbirina aramiya herêmên Rêveberiya Xweser didomînin û dixwaze li herêmê eniyên şer veke. Ev jî isbat dike ku dewleta Tirk dixwaze li herêmê şer berdewam be.

Artêşa Tirk a dagirker hişt ku aloziya Sûriyê kûrtir bibe û bigihêje vê astê. Di vê yekê de komên çekdar bi kar anîn û piştgiriya wan kir, piştre ev veguherandin çeteyên girêdayî xwe ku ji bo pêkanîna planên wê li Sûriyê û dewletên din kar dikin.

Seroka Meclisa Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd ji ajansa me re axivî, behsa hewldanên dewleta Tirk ên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, rewşa demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan a li herêmê kir.

Ezab Ebûd got: "Projeya demokratîk a zemîna pêkanîna aramî û ewlehiya van herêman e, ev proje ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û hemû pirsgirkên Rojhilata Navîn bûye mînak. Ji lew ra dewleta Tirk bi rêya van êrişan hewl dide vê projeyê têk bibe û dixwaze vîna gelê Sûriyê û QSD`ê ku ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê bişkîne. QSD`ê şerê DAIŞ'ê ya ku li ser tevahî cîhanê xeter bû, kir û bi hezaran şehîd da."

Ezab Ebûd behsa sûcên dewleta Tirk a dagirkerên li herêmê kir û destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin, li herêmên dagirkirî siyasetên guhartina demografî û tetrîkkirinê dide meşandin, sivîlan dike armanc û mafên mirovan bin pê dike û şûnwaran talan dike û şaristaniya Sûriyê xirab dike.

Ezab Ebûd ev yek li gotinên xwe zêde kir:"Ev sûc û êriş îro li pirraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên nêzî sînorê herêmên dagirkirî tên kirin, ji lew ra gundên bajarê Minbic û Til Temirê bê ser û ber topbaran dike û ji ber ku herêma Eyn Îsayê xwedî stratejîk e û li ser rêya M4`ê ye dike armanc."

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hemû herêmên li ser sînor têne armanckirin  û li hemberî binpêkirina dewleta Tirk a ji pîvanên agirbestê re civaka navneteweyî bê deng e, di heman demê de dewleta Tirk li pêşberî çavên dewriyeyên rûsî yên li herêmê van êrişan dike, lê tu helwestan nîşan nade.

Artêşa Tirk a dagirker zêde êrişî herêmên Eyn Îsa, Minbic û Şehbayê dike û peymanên agirbestê yên ku di navbera Tirkiye, Rûsya û DYA`yê de hatin mohrkirin bin pê dike.

(eh) 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G_HJF_j_9Cg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>