ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-02-2021
21 sibat, 2021   00:00

-Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelekê li hola Efrîn a bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê sersaxiyê ji malbata şehîd Mirî Abdullah û Sair El-Debo re dixwazin. Konê sersaxiyê li navenda navçeya Til Hemîsê û gundê Beika yê girêdayî wê tên venda, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, siyasetên tirsandin û birçîkirinê her ku diçe zêdetir dibin, ji wê zêdetir hêzên dagirker nasnameyên dewleta Tirk didin welatiyan. (BI WÊNE).

KURDISTAN

-Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) nêrîn, pêşniyar û rexneyên ku di Komxebata Nakokiyên Kurdî-Kurdî de derketine radestî aliyên têkildar û partiyên siyasî yên kurdî yên li Kurdistanê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê dê 1 û 2'ê Adara bê bi durişma "Jin giyanê çandan" Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê li dar bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike û hewldana têkbirina projeya Neteweya Demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di hefteya derbasbûyî de têkildarî pevguhartina dîlgirtiyan Rûsya navbeykarî di navbera Şam û Îsraîlê de kir, lê li gorî raporan hin mijarên ewlehiyê û leşkerî têne nîqaşkirin. Li aliyekî din çavdêran destnîşan kirin ku yê herî zêde sûdê ji êrişa li ser Hewlêrê digire dewleta Tirk e. (BI WÊNE).

DOSYA

- Dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya navneteweyî de sûc û êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Tevî ku Rûsya li herêmê wekî garantor hatiye destnîşankirin, lê heta niha erka xwe li hember van êrişan pêk neaniye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Ji ber zêdebûna nexweşiya Laşmaniya, Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê navendên tenduristiyê û kilînkên gerok li gelek gundên rojavayê Tebqayê vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Şaredariyan û Xizetguzariya Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê kolanên bajarên gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi dirêjahiya 8 km ronî kir û projeya ji nû ve ronîkirina kolanên şaxê yên bajarê Hecînê berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên navçeya Zirganê piştgiriya xwe ji berxwedana QSD`ê ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re nîşan da û gotin: "Dijmin li dijî me bûne yek, divê em jî bibin yek û bersivê bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyên zimanên kurdî, erebî û suryanî diyar dikin ku piştî avabûna Rêveberiya Xweser bi serbestî dikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin û destnîşan dikin ku ji bo her gelekî ziman diyardeya sereke ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA