Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 6'emîn dê 1`ê Adarê dest pê dike

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê dê 1 û 2'ê Adara bê bi durişma "Jin giyanê çandan nû dike" Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 6'emîn li dar bixe.

21 sibat, 2021   00:47
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan bi awayekî dewrî tê lidarxistin. Armanc ji vê mîhrîcanê ew e ku jin berhemên xwe derxin û çanda xwe pêş bixin, nexasim ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirrengiya çand û etnîkên xwe tê naskirin.

Jin ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û ji Ewropayê dê beşdarî mîhrîcanê bibin.

Gerînendetiya Desteya Çand û Hunerê, Tevgera Kevana Zêrîn û Komîteya Wêjeyan di destpêka vê mehê de pêşbirka birfireh a beşdarbûna mîhrîcanê ragihand. Gerînendetiyê şertên tevlêbûnê danîne û dê berhemên hunerî heta 24 vê mehê pêşwaz bikin. Ev mîhrîcan wekî mîhrîcanên din ji helbest, çîrok, gotarên wêjeyî, nivîsên şanoyê, peykersazî û wênexêziyê pêk tê.

HER SAL MÎHRÎCAN XWEDÎ TAYBETMENDIYEN E

Cudabûna vê dewreyê di werşeya ciwanan a geşkirina behreyan de ye, da ku pêngavan biavêjin û dest bi nivîsandina berhemên wêjeyî bikin, ev jî di komeke ji 10 kesan heta 15 kesan pêk tê da ku gotar, helbest û deqan binivîsin.

Li aliyekî din jî pêşbirka karên destan û wênesaziyê heye, cil û bergên pêkhateyên li herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan dê werin pêşkêşkirin û dê bi rêya tabloyan pênaseya cil û bergan were kirin.

Di heman demê de dê gelek komên stran, govend, şano û mûzîk ên hemû pêkhateyên herêma Cizîrê beşdarî mîhrîcanê bibin.

RÊJEYA BEŞDARBÛNÊ ÎSAL BILINDTIR E

/kr/uploads/files/2021/02/20/213700_-large.webp

Di vê der barê hevseroka Gerînendetiya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê û endama komîteya amadekar a mihrîcanê Sûad Hisên axivî û got li gorî encamên destpêkê rêjeya beşdarbûnê îsal zêdetir e.

Sûad Hisên da zanîn ku beşdariya jinan ji çîrok û gotaran re îsal ji salên berê zêdetir e û  diyar kir ku li gorî şert û mercên ku tên xwestin deriyê mîhrîcanê li pêşiya hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekiriye.

ASTENGÎ…

Sûad Hisên îşaret bi zehmetiyan ku di mîhrîcanên berê de derketin pêşberî wan kir û ev nirxandin kir: "Me gelek zehmetî dikişandin; jin ji nivîsandin û diyakirina berhemên xwe ditirsiya, sedema vê yekê jî dîroka bindestî û qedexekirina jinan ji nivîsandinê bû."

Sûad Hisên piştrast kir ku bi rêya mîhrîcanên wiha re hiştin ku jin teşwîqî nivîsandinê bibin, fikir û behreya xwe bi pêş bixin.

XELATÊN SERKEFTINÊ

Hevseroka Gerînendetiya Çand û Hûnerê ya herêma Cizîrê Sûad Hisên axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ji bo her mijarekî wêjeyî heta 3 astan xelat heye û ji bo karên destan, peykersazî û wênexêzî jî xelat hene."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/alfQIlxTDcI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>