Li çolistana Sûriyê 8 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li çolistana Sûriyê çeteyên DAIŞ`ê êrişên birin ser nuqte û bendên kontrolê yên komên alîgirên hikumeta Şamê. Di encamê de 8 endamên wan koman hatin kuştin.

Li çolistana Sûriyê 8 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
20 sibat, 2021   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh çeteyên DAIŞ`ê nuqte û bendên kontrolê yên wan koman li deverên cuda yên çolistana Sûriyê kirin hedef. Di ser de balafirên Rûsyayê herêm bombebaran kir.

Di 24 saetên dawîn de balafirên Rûsyayê bi 130 êrişan herêmên belavbûna çeteyan li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê û çolistanên Dêrazor û Himsê kirin hedef.

Li gorî SOHR, di encama bombebarana balafirên Rûsyayê de, 21 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Bi vê yekê hejmara windahiyan hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên sûrî û biyanî di nav de 2 leşkerên Rûsyayê hene, di dema navbera 24`ê Adara 2019`an heta roja me ya îro de, gihaşt hezar û 331 kuştiyan.

Tevî wê jî 145 endamên komên alîgirên Îranê yên biyanî di kemîn û êrişên çeteyên DAIŞ`ê de li çolistana Dêrazor, Reqa, Hims û Siweydayê.

SOHR`ê got, di heman wê demê de 754 çeteyên DAIŞ`ê di topbaran û bombebaranan de hatin kuştin.

(şx)