Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe parêzvanê rêber Ocalan ragihandin

Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew amade ne parastina rêber Abdullah Ocalan di civînên navneteweyî de bikin û bang li civaka navneteweyî kir ku fişarê li ser dewleta Tirk bike û bixe bin desthilata qanûna navneteweyî.

Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe parêzvanê rêber Ocalan ragihandin
20 sibat, 2021   15:07
REQA

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehlam Salih bi beşdariya hejmarek ji parêzer û hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya parêzeran de wiha hate gotin:

" Dewleta Tirk bi girtina rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina tercrîdê li dijî wî re, tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê ew e ku dengê rastiyê biçewisîne û projeya neteweya demokratîk a bi fikira rêber Ocalan derbe bike û nehêle derbasî dewletên destpot di serî de Tirkiyê bibe,.

Ev yek nîşaneya lawazbûna siyaseta dewleta Tirk li hember fikira rêber Abdullah Ocalan û xeta wî ye. Ji ber ku AKP’ê texmîn dike ku bi çewisandina nêrîna azad, dê vîna gelê me ya armanc dike civaka azad û demokratîk biçewisîne.

Divê civaka navneteweyî, NY’yê, rêxistinên mafên mirovan li cîhanê, partî, saziyên sivîl, rêxistina edlê ya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, YE’yê û saziyên wê tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî pêk bînin û doza rêber Abdullah Ocalan ku ji 22 salan ve bi zilm hatiye girtin çareser bikin.

Em parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya yekitî û saziyên xwe ku tê de 488 parêzer kar dikin amade ne ku parastina doza rêber Abdullah Ocalan bikin û me xwe amade kiriye ku li pêş desteyên edlê yên navneteweyî li dijî hikumeta Tirkiyê li ser sûcên wê yên heta roja îro berdewam in, doz vekin û dê parastina rewa ya dozên gelê xwe heta serkeftinê bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ietLrGOR-8s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>