Çalakiya roja yekemîn a mihrîcana li Minbicê bi dawî bû

Çalakiya roja yekemîn a Mihrîcana Sêyemîn a Hûner û Wêjeya Jinan a bajarê Minbicê bi dawî bû.

Çalakiya roja yekemîn a mihrîcana li Minbicê bi dawî bû
Çalakiya roja yekemîn a mihrîcana li Minbicê bi dawî bû
Çalakiya roja yekemîn a mihrîcana li Minbicê bi dawî bû
Çalakiya roja yekemîn a mihrîcana li Minbicê bi dawî bû
Çalakiya roja yekemîn a mihrîcana li Minbicê bi dawî bû
Çalakiya roja yekemîn a mihrîcana li Minbicê bi dawî bû
20 sibat, 2021   15:20
MINBIC

Li Minbicê vê sibê çalakiyên Mihrîcana Sêyemîn a Hûner û Wêjeya Jinan dest pê kir. Şandeyên jinên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû pêkhateyan beşdarî mihrîcanê bûn.

Piştî Hevseroka Navenda Çand û Hûnerê ya Minbicê Roz Îshaq gotina destpêkirina mihrîcanê got, koma hûnerê gelek berhemên xwe pêşkêş kir û koma Diret El-Fûrat a ji bajarê Reqayê hatibû stran pêşkêş kir û Koma Emel jî ku ji Tebqayê hatibû govend pêşkêş kir.

Her wiha Koma Kevana Zêrîn a ji Kobanê stran pêşkêş kir û pêkhateya Çerkes jî dîlan çerkesî pêşkêş kir û foklorê gelerî yê taybet bi pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn hate pêşkêşkirin.

Dûvre bi armanca parastina dabên gelê herêmê paragrafek kelepûrî ya hina erebî û tirkûmanî hate pêşkêşkirin.

Li aliyekî din jî komîteya amedekar diya şehîd Hevrîn Xelef xelat kir.

Mîhrîcan dê sibe bi dawî bibe.

(eh)

ANHA