Beşek din ji koçberên Minbicê ji kampa Holê derketin

Li gorî biryara Rêveberiya Xweser ku koçberên Bakur û Rojhilata Sûriyê vegerînin bajarên wan, îro 105 malbat ji bajarê Minbicê ji kampa Holê derketin.

Beşek din ji koçberên Minbicê ji kampa Holê derketin
20 sibat, 2021   14:30
HESEKÊ

Kampa Holê mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ye, her wiha yek ji kampên herî xeternak li cîhanê ye. Ji ber ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ'ê lê dimînin.

Beşa 9'emîn a ku di dîroka 28'ê çileya borî de ji kampê derketiye, ji 67 malbatan; 236 kesan pêk dihat. Piraniya wan jin û zarok bûn û ji bajarê Minbicê bûn.

Ev yek li gorî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ku di 10'ê cotmeha 2020'an de û li ser bingeha civîna bi Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD), Desteya karûbarên civakî û Desteya karê Hundirîn, pêk hat

Kesên ku ji kampê derdikevin navên xwe li nivîsgehên ku Rêveberiya Xweser li kampê vekiriye, tomar dikin .

Beşa 12 ji 105 malbatan ( 345 kesan) ku ji bajarê Minbicê ne pêk tê.

Rêveberiya kampê diyar kir ku li ser tomarkirina navên kesên din ku dixwazin ji kampê derkevin, dixebitin. Her wiha destnîşan kir ku beşa ku dê di çend rojên din de derkeve, bi taybet ji koçberên bajarê Dêrazorê ne.

Ji bo parastina malbatan, Hêzên Ewlehiya Hundirîn dê bi wan re heta bajarên wan biçe.

Rêveberiya kampê da zanîn ku di der barê koçberên ku li kampê dimînin û ne ji şêniyên Bakur û Rojhilata Sûriyê ne, tu biryar nehatine standin. Her wiha diyar kir ku niha tenê malbatên bajarên Bakur û Rojhilata Sûriyê derdixin.

Navenda çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê di daxuyaniyeke ku berê weşandibû de destnîşan kiribû ku hêzên wan di opresyonek hevbeş bi hêzên koalîsyona navneteweyî re di 7'ê sibatê de kesê ku malbatên DAIŞ'ê ji kampa Holê qaçax derdixe, girtin.

Hêzên ewlehiyê yên kampa Holê di 8'ê çile de hewl da şaneyekî DAIŞ`ê bigire, di dema hewledana girtinê de pevçûn derket û ew şaneya DAIŞ`ê hat kuştin.

(dm)

ANHA