Qatilê Seida û Hindê: Tirkiyê destekê dide me

Qatilê Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr hûrguliyên vî sûcê eşkere kirin û diyar kirin ku deweleta Tirk destekê dide wan.

Qatilê Seida û Hindê: Tirkiyê destekê dide me
20 sibat, 2021   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di operasyona tolhildana şehîd Seida û Hind de ku 4'ê Sibatê dabûn destpêkirin û 14 Sibatê temam bû , yek ji qatilên Hevseroka Meclisa Bajaroka Til-El-Şayir a navçeya Deşîşa Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr girt.

Di çarçoveya operasyonê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêzên Ewlekariya Hundirîn de girtin ser bi dehan baregehên şaneyên DAIŞ'ê, 87 çete girtin, di nav de qatilekî şehîd Seida û Hind bi navê Îbrahîm Ebdulrezaq (Hetler) hebû.

Çete Îbrahîm Ebdulrezaq di mikurhatinên xwe de behsa tevlîbûna xwe ya nava çeteyên DAIŞ'ê de dike, dibêje wî çeteyekî DAIŞ'î bi rêya cil û şeklê wî nas kir "Kirasekî kurt li xwe dikir, ji dema ku min ew dît, min dewlet jî nas kir."

Çete wiha didomîne: "Gelek caran min ew li dikaneke parçeyan didît, min hejmara telefona wî girt û pêre têkilî ava kir, min jî xwest ku wî carek din bibînim û min ew dît, min jê re gotin dixwazin tev li we bibin, lê armanca min ji vê yekê qezenckirina pereyan bû."

Çete Îbrahîm Ebulrezaq axaftina xwe wiha didomîne: "Bi min re nîqaş kir, gotin pêwîste tev li perwerdeyên olî bibin, behsa cîhad û dîn kir. Çar caran em civiyan, li felahê ders dida min." (Felat maleke biçûk e ku çotkar dema zeviyên xwe diparêze, tê de rûdinê.

3 ÇALAKÎ PÊK ANÎN, YA DAWÎ QETILKIRINA SEIDA Û HIND BÛ

Çete Îbrahîm Ebdulrezaq (Hetler) beşdarî 3 çalakiyan bûn, ya dawî qetilkirina Seida û Hind di 22'ê Çileyê li navçeya Deşîşa yê başûrê Hesekê bû.

Li gorî mikurhatinên çete du çalakiyên din "Bisêra û Hafiz" li bendava Herîca û Xerbiyê bûn.

HÛRGULIYÊN QETILKIRIN

Têkildarî sûcê qetilkirina Hind û Seida, çete wiha parve dike: "Dem ber êvarî bû, Ebû Umer bi telefonê bi min re axivî, agahî da min ku kesek girêdayî wan e bi navê Ebû Osman dê li gel min biaxive, lê min jî re gotin ku çalakiya sêyemîn a ku ez pêk bînin ji bo wan e, lê heger werin naskirin, dê çawa bibe?"

Bersiv da got: " Xema nexwe, rêxistina me ya sereke li Tirkiyê ye, fermandarên me hemû li Tirkiyê ne, biryar û ferman û destek hemû ji wir tên. Heger tu were eşkerekirin em ê te birevînin Tirkiyê û dê malek te li wir hebe."

Çete mikurhatinên xwe wiha berdewam dike: "Piştî nîv saetê, Ebû Osman gel min axivî û ji min pirsî ku heger amade bim, min got ez amade me. Ji min re got ez biçim Qedîr Muzher da ku li wir bi kesek bi navê Qesûra re hevdîtin bikim, yekser derketim Qedîr û min ew kes dît. Demeke dirêj derbas nebû, min motorsîkleta xwe xist odeyê û derî girt.

Ez bi Qesûra re li ser motorsîkleta wî ya (Eyntanî) siwar bûm û ber muxirbê em di rêyekî keviran derketin, li wir me erebeyek dît li benda me bû, Ebû Osman û Ebû Xalid , Omer û Hecî tê de bû."

Çete bi domdarî got: “Ereb ji cureya H100 bû. Li ser rêya giştî rawestiye. Ebû Osman, Ebû Xalid, Omer û Hecî ji me re gotin ku em hazir bin tenê hindek maye ku em bigihêjin. Ereb rêya xwe temam kir û li ber deriyê malekê rawestiya. Hevaleke jin jê derxistin û ji me re gotin ku em wê girê bidin. Qesûra destê wê girê da. Piştre bi heman rêbazî hevaleke jin a din anîn û kirin erebeya ku em vegerandina rêya me. Piştre me ew daxistin û Ebû Osman ew birin û pê re axivîn. Lê ez nizanim behsa çê dikirin. Piştre gule li wan berandin. Piştî wê em li erebeyê siwar bûn. Tariya şevê bû, em dîsa ketin rêya bermahiyan û li cem motorsîklêta Qesûra vegerandin. Bi rêya motorsîklêta wî em vegerîn mal.”

Çete Îbrahîm Ebdulrezaq Hetler piştrast kir ku cureya çeka ku pê hatine kuştin a AK47 e.

Piştî şopandinê û komkirina agahiyan, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi koordîneya Koalîsyona Navneteweyî endamên şaneyê yên din kir hedef û tune kir.

Li gorî Navenda Ragihandina QSD`ê di nava kuştiyên şaneyê de, çeteyên bi navê Ebû Xalid El-Iraqî berpirsê zekayê yê DAIŞ`ê, Ebû Yasîn El-Iraqî beşa xerbî ya zekayê, Kirar El-Iraqî û Ebû Hemze El-Sûrî hene.

BÛYERA KUŞTINA MÊREK Û JINEKÊ LI XERBIYE

Çete Îbrahîm Ebdulrezaq behsa detayên êrişên din kir, kuştina mêrekî û birîndarkirina jinekê li Xerbiye. Di vê dar barê de ev agahî parve kir: “Ez û Ebû Omer li ber malekê li Xerbiye daketin. Li gorî fermanan, divê ez deriyê têvedim û kesê bi min re, ên di mal de bike hedef.”

Ebdulrezaq wiha domand: “Jinek li ber derî bû, min derî têveda, yê bi min gule berand lê derbasî hundir nebû. Ji ber wê ez tirsîm û min gule li Hafiz berand û jinek derî girt. Ebû Omer El-Iraqî û kesek ji bajarok El-Şehîl di erebeyê de bûn. Em bilez çûn cem wan. Ji wan e ku Hafiz derî girtiye, ji ber wê gule lê berandin û jinek birîndar kir.”

ÊRIŞA EL-BESÎRA

Îbrahîm Ebdulrezaq di mikuhatinên xwe de behsa êrişa li ser El-Basîrayê kir û got Ebû Omer û du kesên din ji El-Şehîl ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê pêk anîn.

Têkildarî detayên êrişê, wiha got: “Ez li ber mal sekinim. Ebû Omer û kesek ji El-Şehîl derbasî malê bûn û zilam kuşt. Mêrek din jî li wir bû, gule li wî jî berand. Ebû Omer û yê pê re bi lez derketin û em çûn.”

Çete piştrast kir ku QSD`ê li malê, wî digirin.

FINANSEKIRIN

Çeteyên bi navê Îbrahîm Ebdulrezqa Hetler wiha berdewam kir: “Talîmat û destek ji Tirkiyê tên. Soz dabûn min ku 150 dolarî bidin min, lê heta niha min tiştek ne biriye. Min çiqas ji Ebû Omer pirs dikir, digot hîna pere nehatiye.”

(şx)

ANHA