Rojnamevanên di girtîgeha Hewlêrê de dest bi greva birçîbûnê kirin

5 rojnameger û aktivîstên Behdînanê ku ji aliyê PDK`ê ve hatin girtin û 6 sal ceza lê hatin birîn, di girtîgeha Hewlêrê de dest bi greva birçîbûnê kirin.

Rojnamevanên di girtîgeha Hewlêrê de dest bi greva birçîbûnê kirin
20 sibat, 2021   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Her 5 rojnameger û aktîvîstên Behdînanê ku beriya 6 mehan ji aliyê asayîşa PDK`ê ve hatibûn binçavkirin, Dadgeha Hewlêrê di 16’ê Sibatê de 6 sal cezayê girtinê li wan birî.

Navên wan kesan wiha ye:

Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezayê girtîgehê birî.

Li gorî ajansa Rojnewsê ku  agahiyên xwe dispêre çavkaniyek taybet, îro her 5 girtiyên ji Behdînanê, li dijî xirabiya cih, xwarin, danûstandina xirab ya berpirsên girtîgehê û zextên derûnî dest bi greva birçîbûnê kirine.