'Bersiva herî guncaw a li hemberî êrişan mayîn û parastina axê ye'

Şêniyên navçeya Zirganê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gotin, bersiva herî guncaw a li hemberî van êrişan mayîn û parastina axê ye.

'Bersiva herî guncaw a li hemberî êrişan mayîn û parastina axê ye'
20 sibat, 2021   00:26
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Navçeya Zirgan, beriya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê qaşo bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê di Cotmeha 2019`an de dagir bikin, girêdayî herêma Serêkaniyê bû. Niha jî girêdayî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ye.

Zirgan mîna navçeya Til Temirê li ser eniyên şer bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re ye û tenê derdora 2 kîlometran dûrî baregehan dagirkeriyê ye.

Dem demê navenda navçeyê û gundên girêdayî ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê topbarankirin. Ji ber wê şêniyên nêzî eniyên şer bi baldarî rewşê dişopînin.

28 HEZAR SIVÎL JI WARÊN XWE DERKETIN

Li gorî Meclisa Navçeya Zirganê, ji ber êrişên li dijî Zirgan û gundewarên wê zêdetirî 28 hezar sivîl ji bingeha 50 hezar niştecihên navçeyê koçber bûn.

Topbarana dewleta Tirk a ku ji dema dagirkirina Serêkaniyê û gundewarên Zirganê ve ranwestiyaye, bû sedem ku kehrebe qut bibe û zirarên madî çêbibin.

RUXMÎ TOPBARANÊ LÊ LI SER ERDÊ XWE NE

/kr/uploads/files/2021/02/19/212202_-.webp

Şêniyê bi navê Taha Îso ji navçeyê ye dibêje: “Rojane dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî navçeyê dikin, lê em jiyana xwe ya rojane didomînin.”

Îso destnîşan kir ku dewleta Tirk ji êrişan armanc dike herêmê ji şêniyên wê vala bike û wiha domand: “Em bawer in ku em ê bi ser kevin.”

MAYÎN BERSIVA HERÎ GUNCAW E

Taha Îso diyar kir ku ew heta niha ji mala xwe dernektiye û jê dernakeve û ev yek xuya kir: “Mayîn berisva herî guncaw e. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker nikarin me neçarî koçberiyê bikin, ev axa bav û pêşiyên me ne, em dev jê bernadin.”

/kr/uploads/files/2021/02/19/212226_-.webp

Ji aliyê xwe ve mamosteyê bi navê Hemad Mihemed ê ji gundê Qebir Kebîr ê rojhilat bi bîr xist ku gundê wî bi sedan top hat hedefgirtin, ji ber wê tevî malbata xwe gelek caran neçar maye koçber bibe. Ruxmî wê jî niha li gundê xwe ye. Der barê mijarê de wiha axivî: “Ji ber topbarana çeteyan, ewlehî li gund nemaye.“

JI BER TOPBARANÊ KEHREBE QUT BÛ

Mihemed domand û got: “Ji ber topbarana çeteyan, kehrebe qut bû. Heta mehekê em bê kehrebe bûn. Her wiha gelek sewal telef bûn û ji wê zêdetirî wesayîtên ku alîkariyan ji şêniyên Zirganê re tînin dikin hedef.”

Têkildarî helwesta hêzên hikumeta Şamê li hemberî van êrişan, Mihemed wiha axivî: “Leşkerên rejîmê bersiva jêderên topbaranê nadin. Dibêjin ew nikarin bersivê bidin. Ji ber ku heke bersivê bidin dê ew jî werin topbarankirin.”

FIROŞKAR: JI BER TOPBARANÊ TEVGERA SÛKÊ RAWESTIYA

/kr/uploads/files/2021/02/19/212258_-.webp

Şêniyê bi navê Şêxmûs Ehmed xwediyê dikana pêlavan li navçeya Zirganê ye dibêje: “Ji ber topbaranê şênî koçber dibin, loma tevgera sûkê rawestiyaye.”

Ehmed diyar kir ku beriya topbaranê, herêm ewle bû û xelkê herêmê di çandiniyê û bazirganiyê de kar dikirin û navçe gelek qerebalix bû.

/kr/uploads/files/2021/02/19/212318_-.webp

Her wiha şêniyên bi navê Hisên El-Herş ê ji Serêkaniyê yê dagirkirî ku niha li Zirganê dimîne û di dikana firotina madeyên paqijiyê de kar dike, got: “Piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê em ji warên xwe derketin û ber bi herêmên ewletir ve koçber bûn û li Zirganê bi cih bûn.”

El-Herş xuya kir ku li Zirganê ewlehî tune ye û diyar kir ku ji ber ku çeteyên dewleta Tirk dem demê navçeyê topbaran dikin şênî baldar in.

/kr/uploads/files/2021/02/19/212337_-.webp

Menaz Hisên ji gundê Hermele ye ji ber topbaranê mala wê wêran bû, girêdayî mijarê wiha axivî: “Beriya ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, em di nava ewlehiyê de bûn. Ji ber topbaranê şêniyên gund jê derdikevin û piştre dîsa vedigerin.”

/kr/uploads/files/2021/02/19/212357_-.webp

Şêniyê bi navê Yûsif Derwîş jî ku firoşkerê sebzeyan li bajarê Zirganê ye got, topbaran bandor li ser karê wî dike û wiha got: “Bi topbaranê re tevgera sûkê kêm dibe û karê min radiweste. Ev yek bandorê li jêdera quta me û jiyana me dike.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LZVDjP1PPnw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>