Encama civîna HPG’ê ya salane: Li dijî her cure êrişan dê bi ruhê fedayî yê Apoyî bersiv bê dayîn

Konseya Fermandariyê ya Giştî ya HPG’ê daxuyand ku civîna xwe salane li dar xistiye û diyar kir ku “Li dijî her cure êrişên li dijî hêzên wan û gel, dê li ser bingeha ruhê fedayî yê Apoyî bersivê bidin.”

Encama civîna HPG’ê ya salane: Li dijî her cure êrişan dê bi ruhê fedayî yê Apoyî bersiv bê dayîn
20 sibat, 2021   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Fermandariyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand ku civîna salana ya asayî pêk aniye. Di daxuyaniya Konseya Fermandariyê de wiha hate gotin:

“Me Konseya Fermandariyê ya HPG'ê civîna xwe ya asayî ya salê di navbeyna 18-26'ê Çile de pêk anî. Di vê serdemê de ku têkoşîna me ji qonaxeke dîrokî dibihure, bi tevlêbûna 40 endamên me yên ku hemû qadên me yên peywirê temsîl dikin, bi gotûbêjan bi rengekî berfireh hêla siyasî û leşkerî ya sala 2020'an analîz kiriye, rewşa berdest a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi asta qad û eyaletê hatiye nirxandin, ji bo ku sala têkoşînê ya 2021'an bibe sala serfiraziyê ji bo me gelê me perspektîfa hewce hatiye danîn, taktîka serdemê hatiye diyarkirin û bi vê çarçoweyê plansaziya sala 2021'an hatiye kirin.

Civîna me diyar kiriye mêtingeriya Tirk ku li bara têkoşîna me di serdema xwe ya herî qels de ye, ji bo ku xwe ji halê heyî xilas bike li dijî hemû derdorên pêşverû yên civakê polîtîkayeke êrişkar û zext û zordarî daye ber xwe, ji bo xwe ji xitimandina qada leşkerî derxe jî pişta xwe daye amûrên berhemên teknolojîk, destnîşan kiriye tifaqa Ergenekonê ku bi vê jî ya ku dixwestin bi dest nexistin, polîtîkayên şerê taybet dane pêş û bi veşartina rastiyan hewl didin raya giştî û girseya xwe bixapînin. Bi vê çarçoveyê gihaştiye wê encamê ku peywirên têkoşînê ku serdem ferz dike, were bicihanîn, ne pir dûr e ku ew hedefa tifaqa faşîst ku ji bo gelê me bûye êş û azar, biçe ser sergoya dîrokê.

‘HER CURE ÊRIŞ DÊ BI GIYANEKÎ FEDAYÎ YÊ APOYÎ BÊN BERSIVANDIN’

Civîna me bi vê çarçoveyê pirsên têkilî taktîk, şêwaza têkoşîn û tevgerînê ya di têkoşîna gerîla ya berdest de bi berfirehî nirxandiye, li bara pirsên rêxistinî û biryargehê û rastiya şerê nû yê serdemê rol û mîsyona Gerîlayên Azadiya Kurdistanê diyar kiriye, li dijî êrişên hegemonîk û mêtingerî yên modernîteya kapîtalîst, xeta şer û têkoşînê ya serdema nû ya gerîlayên modernîteya demokratîk daniye holê. Civîna me ya ku li ser vê bingehê biryarên girîng dayî, pirsên sala têkoşîna ya 2020'an, kêm û kurtiyên ku derketin holê, pirsên taktîkî bi kûrahî gotûbêj kirine, li ber ronkahiya şehîdên serdemê û tecrubeyan zemîna afirandina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya têk neçe ya di têkoşîna sala 2021'an de daniye holê, li ser hîmê şerê şoreşgerî yê gel, plansaziya serdema têkoşîna nû berbiçav kiriye. Bi vê çarçoveyê, ji ku derê bên bila bên, li bara her cure êrişên li ser gelê me û hêzên me, li ser hîmê bersivdane giyanê fedayî yê Apoyî, biryar li ser hatiye dayîn ku bi pêngavî nêzîktêdayîn li peywirên demê were kirin û biryardariya serkeftina bi teqezî hatiye danîn.

‘CIHGIRTINA HIN ALIYAN DI NAV KONSEPTA DIJMIN DE DÊ ZIYANEKE MEZIN BIDE DOZA AZADIYÊ’

Civîna me binê wê xêz kiriye, di rewşeke wiha de ku gelê me ji qonaxeke dîrokî dibihure, ku ji aliyekî ve mêtingerî êrişên xwe yên li ser Kurdistanê giran kiriye, ji aliyê din ve hin helwestên parçeyî ku îdia dikin li ser navê siyaseta Kurd tev digerin, cihgirtina wan a di nav konsepta hevpar a dijmin de dê ziyaneke mezin bide doza azadiya gelê me û rewşeke talûke bi xwe re bîne, girîngiya helwesta neteweyî ya ji bo hemû hêzên Kurdistanî diyar kiriye, helwesta tundî ya nav Kurdan hatiye red kiriye û diyar kiriye çareserkirina pirsan a bi rêyên diyalogê pir hewce ye.

BANGA LI CIWANÊN KU DIXWAZIN TEV LI GERÎLA BIBIN

Di civîna me de yek ji mijareke din a girîng bûye ew mijara ciwanên ku dixwazin tev li nava refên têkoşînê bibin. Her çendî bi rêjeyekê tevlêbûn çêbûbe jî, civîna me tespît kiriye ku gelek ciwan li gel ku xwestin tev li nav refên gerîla bibin jî nekarîne ku xwe bigihînin qadan, bang li hemû ciwanên welatparêz ên kurdistanî kiriye ji bo ku bigihêjin qadên gerîla zêdetir bi rêxistinî tev bigerin, bang li wan ciwanan kiriye ku li gel hemû daxwaz û hewldanan jî negihiştina qadên gerîla, berê xwe bidin yekîneyên xwecih-otonom ên li zemînên cuda.

‘PÎVANA TEKANE AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBER APO YE’

Biryarên dîrokî ku di vê qonaxa girîng û krîtîk de 9 rojan bi gotûbêjên berfireh û encamgir standiye, ji bo serkeftina sala 2021'an wê bibin gavên girîng. Li dijî êrişa artêşa Tirk a mêtinger ku di navbeyna 10-13'ê Sibatê de li ser qada Garê dane destpêkirin, bersiva Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bûye terisîna pêşî ya berbiçav a vê civîna me ya li qada şer, performansa ku hatiye nîşandan, têkilî beşê dî yê mayî yê vê salê îşaretên girîng dide. Civîna me tekane pîvana serkeftinê weke têkbirina Komploya Navneteweyî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo diyar kiriye û biryar li ser hatiye danîn ku li ser van esasan nêzîktêdayin li peywiran were kirin. Bi vê bingehê em hêzên HPG û YJA Starê bi xeta serfiraziyê ya Rêber Apo û giyanê lehengiyê yê fermandarên me yên nemir ku sala çûyî tevlî nav karwanên nemiran bûne, Kasim Engîn, Egîd Civyan, Yilmaz Dersim, Zîn Cîzre, Dilşêr Herekol, Egîd Garzan, Amara Ronahî, Leyla Agirî, Bargiran Erkendî, Aryana Baranan, diyar dikin li ser rêya azadiya gelê me û Rêbertiya me em bi fedayî bimeşin û biryardariya serkeftinê diyar edikin, di vê erdema têkoşînê ya dîrokî de serkeftina mezin ji bo hemû hevrêyan û hêzên têkoşer dixwazin.”