Li Minbicê Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan dest pê kir

Li Minbicê bi dirûşma "Jin kaniya huner û nebza afirandinê ne" 3`yemîn Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan dest pê kir. Mîhrîcan dê 2 rojan bidome.

Li Minbicê Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan dest pê kir
Li Minbicê Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan dest pê kir
Li Minbicê Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan dest pê kir
Li Minbicê Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan dest pê kir
Li Minbicê Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan dest pê kir
Li Minbicê Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan dest pê kir
20 sibat, 2021   12:08
MINBIC

Mîhrîcan li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê bi beşdarbûna tevahî pêkhateyên bajêr, li dar dikeve. Di mîhrîcanê de nûnerên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşarojê ya Reqayê, Kongreya Star ya kantona Qamişloyê û Rêxistina Sara ya herêma Firatê û dayika şehîd Hevrîn Xelef û gelek jinên bajarê Tebqayê, beşdar bûn.

Jin bi cil û bergên gelêrî yên pêkhateyên herêmê tev li mîhrîcanê bûn.

Bi navê komîteya amadekar hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê Roz Îshaq axivî û mîhrîcan li tevahiya beşdaran pîroz kir.

Piştre hunermend Nesrîn Botan û Koma Şehîd Botan Tirkmenî ya dîlanê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Mîhrîcan dê îro heta saet 15:00`an bi pêşandana gelek berhemên hunerî bidome.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VJ8f4JR_O3E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>