​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Hewldanên me yên yekitiya neteweyî berdewam in

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî piştrast kir ku hewldanên wan ji bo pêkanîna yekitiya nîştimanî ya Kurd li Rojava berdewam in û bi israr in ku vê însiyatîfê bi ser bixin.

​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Hewldanên me yên yekitiya neteweyî berdewam in
20 sibat, 2021   10:37
 QAMIŞLO

Mezlûm Ebdî bi rêya vîdeoyeke tev li komxebata ‘Dîdara nakokiyên kurdî-kurdî’ bû ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li Qamişloyê organîze dike.

Ebdî di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya komxebatê kir ku pêşniyar û nêrînên dê werin pêşkêşkirin dê astengiyan ji holê rakin û nakokiyên kurdî bi dawî bikin.

Ebdî wiha axivî: “Çendîn şer bidomin û nakokî derkevin, divê nakokiyên kurdî li pêşiya pêkanîna yekitiya kurdî nebin asteng. Beriya niha jî û ji gelek salan ve li gelemperiya Kurdistanê gelek nakokiyên êşîrî derketin, lê ew li pêşiya partiyên siyasî û civakê nebûn asteng ku li dora doza Kurd kom bibin.”

Mezlûm Ebdî wiha domand: “Di civakan de bi giştî nakokî derdikevin, ne tenê li cem Kurdan. Gelek gelên ku nakokî di navbera wan de hebûn, niha bûne civakên herî xurt, ji ber ku xwe kirin yek û nakokî derbas kirin.”

Ebdî piştrast kir ku li gorî nakokiyên ku di navbera gel û civakên din de derketine, nakokiyên di navbera aliyên kurdî de derketine yên herî kêm in. Her wiha Ebdî diyar kir ku ev îsbat dike ku gel û hêzên siyasî yên Kurd, tê gihiştine ku nakokî li dijî dîtina çareseriyan e û her tim hewl didin wan nakokiyan ji holê rakin û wiha pê de çû: “Ji ber ku bidawîkirina nakokiyan çareseriya tekane ya doza Kurd e.”

Ebdî di axaftina xwe de behsa pêkanîna yekitiya Kurd kir û destnîşan kir ku ji bo wê divê aliyên siyasî hemû berjewendiyên xwe yên kesayetî deynin aliyekî û ji bo berjewendiya gelê Kurd kar bikin.

Ebdî wiha berdewam kir: “Mudaxeleya dewletên dagirkerên Kurdistanê nahêle ku hêzên siyasî yên Rojava bibin yek. Di vê dawiyê de û li ser bangewaziya QSD`ê ji bo pêkanîna yekitiya Kurd, gelek pêşketinên erênî çêbûn û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyên kurdî de dê di demeke kin de ji holê rabin.”

Ebdî bi bîr xist ku li ser mijarên giştî yên yekitiya Kurd hatine lihevkirin û nakokiyên mayî ne cewherî ne û dê bi demê re çareser bibin. Ebdî di dewama axaftina xwe de ev yek zelal kir: “Em dikarin bi rihetî bibêjin ku sedemên îdeolojîk û siyasî tune ne ku yekitiya kurdî li Rojava pêk neyê. Ji bo pêkanîna yekitiyê divê her du alî fedakarî û tawîzan bidin.”

Mezlûm Ebdî piştrast kir ku QSD bi alîkariya Amerîkayê vê însiyatîfê didomîne heta ku bi ser bikeve.

Komxebat bi xwendina lêkolîna ku NRLS`ê amade kiriye, didome.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6rS45NTstlc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>