Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek weşand

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê daxuyaniyek bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê da û banga xwedîderktina li zimanê xwe li gelê Kurd kir. Komîteyê her wiha destnîşan kir ku modela perwerdeya Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû gelên ku li herêm û cîhanê têkoşîna hebûn, nasmane û ziman dimeşînin, mînaka herî serkeftî ye.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek weşand
20 sibat, 2021   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di serî de li şehîdên azadiyê û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku ziman ji bo gelan amûra herî girîng a jiyandina nasname û çanda xwe ye.

Komîteya Perwerdeyê destnîşan kir ku li gorî daneyên UNESCO’yê ji sedî 40’ê serjimara cîhanê ji perwerdeya bi zimanê dayikê bê par in, 2 hezar û 474 ziman bi metirsiya tunebûnê re rû bi rû ne û ji sala 1950'yî ve 230 ziman ji navê rabûne.

‘RÊYA SEREKE YA BIŞAFTINA CIVAKEKÊ QEDEXEKIRINA ZIMANÊ WÊ YE’

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gel pêşketina kapîtalîzmê polîtîkayên fermî yên dewletan ji destpêkê heya îro li hember hebûna zimanan metirsiyekî jiyanî ye. Di destpêka sedsala 20'an û pê de li gelek deverên cîhanê bi sedema netewedewletên yekdest, gelek welat bûne goristanên zimanan. Netewedewlet bi polîtîkayên xwe yên qirkirina zimanî û çandî, di hemû qadên jiyanê de perwerdeya bi yek zimanî wek neçariyekî li ser gelan ferz kiriye. Rêya sereke a bişaftina civakeke qedexekirina zimanê wê civakê ye. Bê şik, ji bo civakekî wêraniya herî mezin bi zimanê xwe neaxaftin, jibîrkirina zimanê xwe û dûrketina ji zimanê xwe ye. Eşkere ye ku civaka zimanê xwe ji bîr kirî bi mîsogerî wê çanda xwe, dîroka xwe, nasnameya xwe û herî dawî jî wê bîra xwe winda bike. Ev yek qira civakî ye ku ji hêla hişê netewedewletê ve bi domdarî tê meşandin.”

Komîteyê diyar kir ku dagirker nemaze li Bakurê Kurdistanê bi armanca hebûna gelê Kurd ji holê rakin, bi sedan salan ve êrişên hovane dimeşînin û got: “Li Tirkiyê ku mozaîkê gelan e, di sala 2021'ê de tu gel ne li dibistanan, ne li tu saziyekî fermî nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Tv, ajansên nûçeyan, kovar, radyo, weşanxane û heta dibistanên seretayî hatin girtin, dibistana seretayî a Alî Erel ê di 2015'an de hatî vekirin di 21'ê Sibata 2016'an roja zimanê dayikê a navnetewî de hat girtin. Peykerê nivîskar û helbestwanên Kurd hatin rûxandin, tabelayên nîşaneya pirzimanî hatin rakirin, deriyê komele û enstitûyan hatin daxistin. UNESCO ku di raporên xwe ên berê de destnîşan kiribu ku li Tirkiyê 15 ziman li ber tûnebûnê ne û 3 ziman jî tûne bûne. Lê, di rapora xwe a çend roj berê weşandî de rewşa heyî ji nedîtî ve tê û mîna ku bêje ji bo hemû zarokan gihandina perwerdê de, li derveyî hin astengên teknîkî ti astengek nîne û bi vê raporê li hemberî gelan faşîzma li ser ziman û perwerdeyê rewa dike. Ev yek 'biratiya gûstîlê' a navbera modernîteya kapîtalîst û dewlet-netewe ku di encam de kapîtalîzm bi dengekî bilind dibêje; "Şeran jî ez derdixim, bangawaziyên aştiyê jî ez dikim, rastiyê jî şaşiyê jî ez diyar dikim" Heman dewleta Tirk di hêlekî de ji ber koçberiyên li van salên dawî wergirtî, li hêla din jî li Efrîn, Serêkanî û Girêspî'yê dagirkirî de, bin navê xizmeta perwerdehiyê li pêş çavê cîhanê mûferedata Tirkî bi rêka wergera Erebî li ser bi sedhezaran zarokên Kurd û Ereb ferzdike û wan dûçarî polîtîkayên qira zimanî û çandî dike.

Li Îran'ê mamoste Ferzad Kemanger a ji Kamyaranê ku sala 2010'ê bi hinceta "dijmintiya li hember Xwedê" tevî çar hevalên xwe hatî sêdaredan, dîsa çend roj berê bi hinceta 'ewlekariya welat xistina bin metirsiyê' 5 sal sizayê girtîgehê dayîna jina bi navê Zara Mûhamedî ku li Sineyê perwerdeya ziman dida zarokan, di şexsê zimanê kurdî de yek jê mînaka herî hovane a dijmintiya dewleta Îranê ê li hemberî Kurdane. Li derveyî mînakên bi rayagiştî re hatî parvekirin, ev bi sedan sal e li erdnîgariya Kurdistanê bi hezaran mirovên me yên xwedî li ziman û çanda xwe derketin, bê cûdahiya zarok, jin, ciwan, pîr û kal bi hovîtî hatin qetilkirin.

Di van mercên neyeksan de ku tûnekirin li ser gelê me tê ferzkirin û di ti zagonên navneteweyî yên li ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê de cih ji Kurdan re nayê dayîn, tişta bi tenê bê kirin; di hemû warên jiyanî û zagonî de ji herdemê bihêztir meşandina têkoşîna xwedî lê derketin û pêşdebirina hebûn, nasname û ziman e.”

‘MÎNAKA BAKUR Û ROJAVAYÊ SÛRIYÊ JI BO GELÊN LI HERÊMÊ MÎNAKA HERÎ SERKEFTÎ YE’

Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê wiha berdewam kir: “Li ser vê hîmê modela perwerdeya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû gelên ku li herêm û cîhanê têkoşîna hebûn, nasmane û ziman dimeşînin, mînaka herî bê hempa ê heza cewherî û vîna cewheriye. Nîşaneya herî bihêz a esas girtina wekhevî, azadî, mafê zarokan, demokrasî û mafê mirovane û li hember jiyana li ser me hatî ferzkirin îspata pêkanbûna jiyanekî din, jiyanekî pirzimanî û pirçandiye.

‘ZIMANEK, JI BER KU YÊN PÊ DIZANIN, PÊ NAAXIVIN Û XWEDÎ LÊ DERNAKEVIN, TUNE DIBE’

Em wek Komîteya Perwerde a KCK'ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê a Navneteweyî careke din diyar dikin ku; mafê perwerdeya zimanê dayikê û bi rengekî wekhev sûdgirtina ji vê mafekî gerdûniye. Di vê wateyê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din meşrutire. Divê em ji bîrnekin ku zimanek ne ji bo ku yên pê diaxivin kêm in; ji bo ku yên pê dizanin na axivin, xwedî lê dernakevin û ji bo wê tênakoşin tune dibe, dimire. Lewra pêwîste gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi Kurdî wek çalakiya bêmiriniya zimanê dayikê bibîne, li her cihê, têkoşîna xistina bin ewlehiyê a perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina astengiyên zagonî a li pêş bikaranîna zimanê dayikê têkoşînekî bi hêz û domdar bimeşîne û ti caran rê nede polîtîkayên bişaftinê ên bi feraseta yek zimanî. Roja zimanê dayikê a navnetewî ji gelê me û ji hemû gelên tekoşer re pîroz be.”