Li çolistana Sûriyê 21 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Balafirên şer ên Rûsyayê li çolistana Sûriyê rojane êrişan pêk tînin. Di 24 seatên dawîn de 130 êriş li dijî baregehên çeteyên DAIŞ'ê pêk anîn û di encamê de 21 çete hatin kuştin.

Li çolistana Sûriyê 21 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin
20 sibat, 2021   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê di 24 seatên dawîn de zêdetirî 130 êriş li dijî deverên belavbûna çeteyên DAIŞ'ê li sêgoşeya Hema, Heleb, Reqa û çolistanên Dêrazor û Humsê pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di encama bombebaranên balafirên şer ên Rûsyayê de, 21 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Ji 24'ê Adara 2019`an ve, hezar û 323 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hatine kuştin.

Her wiha di encama êriş, teqîn û kemînên çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Dêrazor, Reqa, Swêda û Humsê de 145 leşkerên komên alîgirên Îranê hatine kuştin.

SOHR'ê belge kir ku di encama êrişên çeteyên DAIŞ'ê de 4 karkerên ku di zeviyên gazê de dixebitîn, 11 şivan, jinek, zarokek û 2 mêr hatine kuştin.

Her wiha SOHR'ê eşkere kir ku di heman demê de di encama êriş û topbaranan de 754 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

(dm)

ANHA