QSD: Dagirkeriya Tirk agahiyên nerast belav dike da ku êrişên xwe rewa bike

QSD'ê di derbarê îdiaya dagirekriya Tirk a ku du şervanên QSD'ê hewl dan derbasî herêmên dagirkerî bibin de diyar ku ev agahî dûriyê rastiyê ne û wiha got: " Dewleta Tirk hewl dide hincetan biafirîne da ku êrişên xwe û dagirkirina herêmê rewa bike."

QSD: Dagirkeriya Tirk agahiyên nerast belav dike da ku êrişên xwe rewa bike
19 sibat, 2021   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniya Wezareta Parastinê Dewleta Tirk  a da ku du şervanên QSD'ê hewl dan berbasî herêmên dagirkirî bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wezareta parastinê ya dewleta Tirk  a dagirker di 18'ê vê Sibatê de li ser malpera xwe ya fermî nûçeyek belav kiribû, tê de îdia dike ku du şervanên me xwestin derbasî herêmên di bin dagirekriya wan de bibin, em teqez dikin ku ev agahî dûrî rastiyê ne. Dewleta Tirk bi van daxuyaniyan hewl dide hincetan biafirîne da ku êrişên xwe û dagirkirina herêmê rewa bike."

ANHA