DYA li Erebistana Siûdî li baregehên din digere

Fermandarê Centcomê general Kenneth McKenzie ragihand ku ew li Erebistana Siûdî li baregehên din digerin da ku di rewşên metirsîdar de anku di rûdana şerekî li dijî Îranê de wan baregehan bi kar bînin.

DYA li Erebistana Siûdî li baregehên din digere
19 sibat, 2021   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, McKenzie got: “Heke rageşiyeke muhtemel bi Îranê re çêbe, ji bo ku hêzên Amerîkayê yên li Erebistana Siûdî nebin armancên diyar, artêşa Amerîkayê li baregehên din digere.”

McKenzie ji rojnamevanên ku tev li gera wî ya li Rojhilata Navîn bûne, diyar kir ku ew naxwazin baregehên din ava bikin, tenê dixwazin di rewşên pir bixetere de wan bi kar bînin.

Rojnameya Wall Street Journal jî planên girêdayî bender û baregehên asîmanî yên li çolistana rojavayê Erebistana Siûdî bi bîr xistin ku dibe artêşa Amerîkayê di rewşên şerekî muhtemel ê li dijî Îranê de bi kar bîne.

Her wiha McKenzie meha borî serdana Erebistana Siûdî kiribû da ku derfetên bikaranîna baregehên leşkerî li rojavayê welêt bi hikumeta wir re nîqaş bike.

Artêşa Amerîkayê sala borî hêzeke leşkerî li herêmê nîşan dabû û bi wê yekê armanc kir ku di salvegera yekemîn a kuştina Qasim Suleymanî de, rê li êrişeke muhtemel a Îranê bigire.

(şx)