Çalakiya konvedanê ya li Şengalê berdewam e

Çalakiya konvedanê ya ku gelê Şengalê li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê û ji bo piştgiriya Asayîşa Êzîdxanê li dar dixe, 80 roj li pey xwe hiştin.

Çalakiya konvedanê ya li Şengalê berdewam e
19 sibat, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armaca piştgirîdayîna Asayîşa Êzîdxanê, li pêşiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedaye.

Çalakiyê bi dirûşma “Em hemû Asayîş in” dest pê kir û 80 roj li pey xwe hiştin û bi tevlêbûna meclis û saziyên Şengalê berdewam dike.

Gelê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dike û piştgiriya xwe ji çalakiyê re rave dike.