Helwesteke nû ya Pentagonê têkildarî vekişîna ji Efganistanê

Piştî bilindbûna rêjeya tundiyê li Efganistanê, wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ji NATO`yê re diyar kir ku Washington li pey xebateke dîplomatîke da ku şerê li welêt bi dawî bike.

Helwesteke nû ya Pentagonê têkildarî vekişîna ji Efganistanê
19 sibat, 2021   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku roja pêncşemê derket ku Austin agahî da hevalbendên DYA`yê li gorî xebatên dîplomatîke da ku şerê li Efganistanê bi dawî bike.

Li gorî AFP’ê, wezaretê ragihand ku wezîrê parastinê rehetî da dewletên hevalbend ku DYA dê hêzên xwe bi awayekî bê kontrolkirî ji Efganistanê venekişîne.

Dewletên endam ên NATO`yê li hêviya biryara Joe Biden a der barê bidawîkirina du hevpeymanên li Efganistanê de ne. Lê ew tekez dike ku ew ji bo hebûna li welêt amade ye heke DYA bimîne. Ji ber ku ew derfetên Amerîkayê ji bo berdewamkirina erkê, esas digire.

(bx)