​​​​​​​Îsraîl û Şamê bi navbeynkariya Rûsyayê girtî bi hev guherandin

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku hikumeta Şamê û Îsraîlê bi navbeynkariya Rûsyayê careke din girtî bi hev guherandine.

​​​​​​​Îsraîl û Şamê bi navbeynkariya Rûsyayê girtî bi hev guherandin
19 sibat, 2021   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate ragihandin ku 2 şivanên ku beriya du hefteyan dema derbasî herêma Colanê ya dagirkirî bûbûn û hatibûn destgîrkirin, radestî Sûriyê kirine.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li gorî fermanên hikumeta Îsraîlê, artêşê her du şivan şandin xaka Sûriyê."

Her wiha hate ragihandin ku her du şivan li Quneyterayê radestî Xaça Sor a Navneteweyî hatine kirin.

Hikumeta Şamê jî ev agahî piştrast kir û diyar kir ku di berdêla her du şivanan de wan jî ciwanekî îsraîlî berdaye. Hate ragihandin ku ciwanê îsraîlî beriya çend rojan 'bi şaşî' derbasî nava Sûriyê bûbû. Di encama hevdîtinên bi navbeynkariya Rûsyayê de, Îsraîlê roja çarşemê aktîvîsta sûrî Nîhal El-Moht berdabû.