‘Şehba hîna jî dorpêçkirî ye’

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk şaxê herêma Efrînê ya dagirkirî nêrînên xwe yên têkildarî gumana li ser nermbûna ku hikumeta Şamê li hemberî kantona Şehbayê dide meşandin, destnîşan kir û got ev yek demkî ye.

‘Şehba hîna jî dorpêçkirî ye’
19 sibat, 2021   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Ji dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20`ê Çileya 2018`an de êrişî Efrînê kir, hikumeta Şamê, kantona Şehbayê û koçberên Efrînê yên li kampên li herêmê dorpêç kirine, gelek astengiyan li pêşberî welatiyan derdixe û nahêle ku alîkariyên mirovî û madeyên sereke bi rêya bendên ewlehiyê yên li kantonê bigihêjin koçberên li kampê û şêniyên herêmê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li herêmê tevî şêniyên herêmên Şehbayê û koçberên ji Efrînê ku hejmara wan gihaştiye derdora 250 hezarî, li kampên Serdem, Berxwedan, Efrîn, Veger û Şehbayê zêdetirî 133 hezar kes dijîn û 120 hezar kes li malên wêrankirî dimînin.

Tevî nermbûna demkî ya ku hikumeta Şamê li hemberî derbaskirina madeyan ji kantona Şehbayê re, lê hîna jî gumanên rêveberiya kantonê û koçberên ji Efrînê hene, nexasim ku hikumeta Şamê hîna jî ji bo derbaskirina madeyên sereke ji kantonê re pereyên mezin ferz dike.

DORPÊÇ Û ASTENGIYÊN DOMDAR

Hevserokê Meclisa Rêveber şaxê herêma Efrînê ya dagirkirî Bekir Elo diyar kir ku ji dema ku artêşa Tirk a dagirker kantona Efrînê dagir kiriye de, hikumeta Şamê astengiyan çêdike û liv û tevgera welatiyan dema ji herêma Şehbayê derdikevin an jî vedigerin asteng dike.

Bekir Elo got ji destpêka êrişên artêşa Tirk ên li dijî Efrînê hikumeta Şamê rêya Helebê li pêşberî koçberên ji Efrînê girt û dorpêç ferz kir, ev astengî û zehmetî hîna jî hene û şêniyên herêmê nikarin bi hêsanî di navbera her du herêman re derbas bibin.

Bekir Elo destnîşan kir ku dem bi dem hikumeta Şamê rê li pêşiya şêniyên herêmê digire û siyasetekê li hemberî gelê herêmê dimeşîne wekî ku ne welatiyên Sûriyê bin.

Bekir Elo da zanîn ku ew wekî welatiyên li vî welatî xwedî mafên mirovî û mafên neteweyî ne, ew xwediyên herêmên dagirkirî ne û li hemberî NY`yê û hikumeta Şamê ew xwedî maf in.

‘LI HEMBERÎ DERBASKIRINA MADEYÊN SEREKE JI ŞEHBAYÊ RE PEREYEKÎ ZÊDE DIXWAZIN’

Der barê geşedanên dawîn ên li kantona Şehbayê de Bekir Elo ev agahî da: "Tevî hevdîtinên dawî jî, lê astengî û zehmetî hîna jî hene, bendên kontrolê yên hikumeta Şamê ji bo ku made derbasî herêmê bibin pereyekî mezin ferz dikin, nahêlin nexweş bigihêjin nexweşxaneyên bajarê Helebê û liv û tevgera welatiyan jî sînordar dikin."

Bekir Elo hin sozên devkî yên ku hikumeta Şamê dan ku ew ê dorpêça li ser kantona Şehbayê sivik bike bi bîr xist û got: "Ev lihevkirinên demkî ne û kîjan kêlî be dibe ku hikumeta Şamê sozên xwe bin pê bike, şêniyên herêmê tevî ku welatiyên Sûriyê ne û ji mafên wan e ku beyî qeyd û bend tev bigerin, zehmetiya çûn û hatinê dikişînin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk şaxê herêma Efrînê ya dagirkirî Bekir Elo bal kişand ser rola Rûsyayê ku tevî rewşa herêmê û rewşa binpêkirinên ku hêzên hikumeta Şamê dikin, ji Rûsyayê re ragihandine, lê hîna Rûsya bê deng e û her çi qasî şandeyên Rûsyayê serdana kampan û herêmê kirine, wan rewşa welatiyan bi wan re parve kirine, lê dîsa jî tu soz ji wan pêk nehatine.

Bekir Elo diyar kir ku ji erka hikumeta Şamê ya destûrî ye ku hewcedariyên bingehîn ên welatiyên xwe dabîn bike, diyalogan li dar bixe û dûrî vê siyasetê bikeve, ji ber ev rêya rast a garantiya çareseriya aloziya Sûriyê ye.

Bekir Elo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em bi hêvî ne ku hikumeta Şamê liv û tevgera welatiyan asteng neke û bihêle madeyên sereke ji herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî herêmê bibe, kiryarên ku îro hikumet dike xizmeta çareseriya aloziya Sûriyê nake, berovajî vê yekê xizmeta aliyên destwerdêr dikin, di serî de artêşa Tirk a dagirker."

(eh)

ANHA